BOYAXKIRINA PDK'ê
Basýndan Seçmeler / 12 Ocak 2014 Pazar Saat 10:45
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kengî ji bo giþtî Gelê Kurd firsendên dîrokî pêþbikevin, PDK weke dirikekê xwe dixe navbeyina Kurdan û van firsendan

Kengî ji bo giþtî Gelê Kurd firsendên dîrokî pêþbikevin, PDK weke dirikekê xwe dixe navbeyina Kurdan û van firsendan

Li Rojhilata Navîn pêvajoyekî bi pevçûn û bi nakok didome. Zemanekî kuantumî birêve diçe û di derketina vê navberê de bijardeya çareseriya azadîxwazane ya gelan jî bi qasî yên din tê payîn. Lê belê Tevgera Azadiyê ku bijardeya azadiya gelan ji xwe re esas girtiye niha bi astengî û xeteriyan re rûbirû ye. Di rêza pêþî ya van xeteriyan de hevkariya Kurdîtiya ku ji bo berjewendiyên xwe dikare hemû mebde û rêzikan binpê bike, cih digire. Her çend were xemilandin jî, dema ku Kurdîtiya xayîn û hevkar tê gotin, bê dudilî PDK tê hiþê Gelê Kurd. Helbet, ev bê sedem nîn e. Ew Bekoyê ku xwe xiste navbeyina Mem û Zînê, piþtî ku çûn ser dilovaniya xwe jî di navbeyina Mem û Zînêya ku li kêleka hevdu hatibûn veþartin, weke dirikekî ku þîn bû; ev çîrok ji aliyê hemû Gelê Kurd ve baþ tê zanîn.

Kengî ji bo giþtî Gelê Kurd firsendên dîrokî pêþbikevin, PDK weke dirikekê xwe dixe navbeyina Kurdan û van firsendan. Firsendên ku ev pêvajoya em tê re derbaz dibin pêþkêþ dike ji bo ku ji aliyê baþiya Gelê Kurd ve neyên bikaranîn sekneke astengker raber dike û bi polîtîkayên xwe ve PDK, di her firsendê de 'Bekotiya Hemdemî' dike. Lê belê êdî Gelê Kurd gihîþtiye perê (wêdetir) din ê vê çîrokê. Êdî vê çîrokê fam dikin û ji bo ku careke din dubare nebe jî heya mirina xwe berxwe dide. PKK'ê ku di Gelê Kurd de têgihîþtin û asta zîhniyetê da avakirin, ev di destpêka destkeftiyên ku ji bo Gelê Kurd dayî avakirin de tê.

Di vir de projeyên hêzên herêmî û cîhanî ku dirûxin, projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN ku ji bo hemû gelan dibe hêvî; li hemû parçeyên din ê Kurdistanê pêþketina xwe didomîne. Li gel hemû astengî, provakasyon û êrîþan jî vê yekê dike. Tevgera Azadiya Kurd bal û piþtgiriya hemû gelên cihanê û herêmê bidest dixe. Çareseriya Neteweya Demokratîk biratiya gelên Rojhilata Navîn ji xwe re dike armanc an jî Çareseriya Modernîteya Demokratîk roj bi roj mezintir dibe. Birêz OCALAN jî sînorên Gelê Kurd û Kurdistanê derbaz dike û Rêbertiyek e ku hemû gelên herêmê fam bike û vê yekê di xwe de pêk bîne.

Dema ku pêþketinên di derbarê Rojava û Sûriyê de têne nirxandin, ji pirsa ku dibêje 'gelo wê kî serbikeve' re bersiva ku bê dayîn, her ku diçe aþkere dibe. An PYD an jî El Qaîde... Dirêjahiya vê bersivê ev e. Her ku diçe her kes dibîne ku ev rasthatina Rojhilata Navîn a ku li derdorê Sûriyê diqewime di çarçoveya van herdu bijardeyan de pêk tê û sekna xwe jî li gorî vê yekê destnîþan dikin. Yê dost jî yê dijmin jî vê yekê dike.

Rojhilata Navîn a roja me ya îro ji hêla Gelê Kurd ve ku bikarin pirsgirêkên ji aliyê statûya înkarker û mêtinkar ve rê li ber wan hatiye vekirin bi awayekî mayînde derbaz bikin, niha ji her demekê zêdetir derfetan pêþkêþ dike. Eger li ser navê berjewendî û mafên Gelê Kurd yekitî, demokrasî û têkoþeriyek were avakirin, serkeftin ji her demekê zêdetir nêzîk e.

Beko'tiya PDK'ê jî di vir de destpê dike. Astengkirina kongreya netewî, li hemberî Þoreþa Rojava ku ji dijminan zêdetir di nava sekneke xirab de ye, bi hêzên mêtinkar re li hemberî Kurdan polîtîka pêþxistin û hevgirtin, Baþurê Kurdistanê weke milkê xwe dîtin û pêþkêþî yekdestdarên navnetewî û mêtinkar kirin, gûhnedayîna xwastekên wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê, Baþurê Kurdistanê di mijara qetilkirina jinan de kirina coxrafyayekî rêza pêþ, dizî, rêgirtin û rûþvet weke xwezaya rêveberiyê hesibandin û hwd. bi van nêzîkatiyên xwe ve acizî û nerazahiya Gelê Kurd û gelên herêmê li hemberî xwe ava dike. Polîtîkayên keyfî, berjewendîxwazane, antî-demokratîk, hevkarane û dijminane, êdî ji aliyê Gelê Kurd ve bi nefretê têne pêþwazîkirin. Divê mirov encama hilbijartinên Baþurê Kurdistanê jî bi vî rengî binirxîne.

Dilê Gelê Kurd li Rojava lêdide. Bi qasî hêzên demokratîk ên herêmê, hêzên demokratîk ên cîhanê jî bi coþ Þoreþa Demokratîk a Rojava diþopînin. Rojava parastin, mezinkirin û li hemberî çeteyên weke El Qaîdeyê parastin bûye pîvana bingehîn a welatparêzî û demokratîkbûnê.

Gelê Kurd êdî dema xwe ya yekitiya netewî dijî, vê yekê dixwaze û xwe dispêre vê jî. Yekitiya Kurdan xwasteka netewî ya bingehîn e. Gelê Kurd bi wateyekî rastîn dixwaze serbixwe, demokratîk, azadane û li ser bingehê berjewendiyên gel bijî. Hevkariyê û xiyanetkariya ku ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, napejirîne.

PDK û Serokê wê Barzanî xwedî seknekî dijber e û xwe di vê yekê de kûrtir dike. Difikire ku 'Kurd vê tiþtê fam nakin, nabînin, em dikarin hinekê boyax bikin û pê bidin qebûlkirin'; ev tê wê wateyê ku li hemberî Gelê Kurd ku ev çil sal in li dijî baþverûtiya herêmî û cîhanî têdikoþe bihûrmetiya herî mezin e. Ev yek þikbirina wijdan û eqilê Gelê Kurd e û weke mirov nehesibandin e. Ev ê ku her tiþtê xwe xistiye bazarê, ji dijminahiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN û PKK'ê nanê xwe bidest dixe ji bilî hinek derdorên weke xwe ji aliyê ti kesî ve nayê pejirandin, ji bilî hinek xulamên xwe ji aliyê kesekê ve nayê qebûlkirin û manedarkirin.

Rewþa ku tê jiyankirin ku bi vî rengî ye, weke ku tê zanîn nivîskarên wî senaryoyekî ku Barzanî serkêþiya wê dike dixin rojevê. Ji bo ku wê valatiya mezin a rêxistinî, siyasî û bîrdoziyê ya ku li Bakur heye dabigirin, PDK'ya Tirkiyê tê damezrandin. Barzanî, weke rêberê Kurdan tê pêþkêþkirin.

Helbet, li vir hinek pirs di serê mirovan de çêdibin. PDK'ya ku di çavê Kurdên Rojhilat de di çarçoveya Misaqi-Milî de ti rêza xwe nemaye, li Rojavayê Kurdistanê ku polîtîkayên xayînane dimeþîne û weke xayînekî netewî tê dîtin, ku diyar nîn e wê kengî pêy hinek derdoran bikeve û lîteratora xwe ya siyasî û bîrdozî ku ji hezar rûpelî nabihure li ser kîjan bingeh dixwaze valatiya li Bakurê Kurdistanê dabigire? Barzanî bûye xwedî kîjan sekna netewî, çi bi Kurdan daye qezenckirin ku dixwazin bikin serokê Kurdan? Kî hewl dide vê xet û rêberiya ku ne di kevneþopî û ne jî di pêþeroja Gelê Kurd de heye li ser navê Kurdîtiyê boyax bike û dixwaze bifiroþe Gelê Kurd? Ya girîng jî, çima vê yekê dikin?

PDK'ê û AKP'ê li Amed'ê mitîngekî hevbeþ lidarxistin. Barzanî bi Erdogan re peymana petrolê îmza kir. PDK'ê bi awayekî aþkere di mijara hilbijartinan de piþtgirî da AKP'ê. Ji AKP'ê re bû alîkar ku xwe li ser lingan bigire. Di vê yekê de ku berjewendiyên Barzanî û PDK'ê pêk tên, ji bo hemû Gelê Kurd xirab e, ev mijar ji aliyê her mirovekî Kurd ku li gundê xwe, navçeya xwe û bajarê xwe dijî ve baþ tê zanîn.

Di vir de ku dixwazin Barzanî bikin Serokê Gelê Kurd, PDK'ê jî weke partiyeke siyasî li Bakurê Kurdistanê damezrînin, ji ber vê yekê yên ku li ser bingehê dijberiya PKK'ê nan dixwen kefxweþ dibin. Tiþta balkêþ ew e ku, ew valatiya ku wê were dagirtin ku valatiya wan bixwe ye û ew jî wê tine bibin, mixabin hîn nikarin vê jî fam bikin û tê bigihin. Eger ev kar bi liyaqetî pêk bianiyana, çi hewceyî bi Barzanî û PDK'ê dihate dîtin? Ev jî tê wê wateyê ku nikarin ti tiþtî pêk bînin. Ji ber vê yekê jî dixwazin li cihê wan Barzanî û PDK'ya wî were bicih bikin.

Bi kurtasî, sîstem dixwaze Kurdê xwe boyax bike û bifiroþe.

Barzanî û PDK'ya ku di asta cîhanî de bi destê DYE'yê, di asta herêmî de jî bi destê dewleta Tirk ve hatiye þêwedayîn, hatiye boyaxkirin, ma wê bikare ji aliyê Gelê Kurd û herêmê ve balê bikþîne ser xwe? Pirsa bingehîn jî ev e.

Ev pirs dikeve ser milê wan kesên ku dibêjin ez demokrat im, welatparêz im û mirov im û bi pêkanîna wan erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milên xwe pêkanînê ve divê bersiva vê pirsê bidin.

Þiyar Koçgýrî / Komünar Dergisi

Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi

www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.