SerSerxwebûna Kurdistan’a Ýraqê rastî girêkaloziyên hundirîn û astengiyên derve tê
Diyarkirina dema raferandûma ji bo serxwebûna Kurdistana Îraqê, nayê wateya ku Kurd li ser riya pêkanîna xewna xwe ya dîrokî ya avakirina dewleta xwe ya netewî ber bi pêþ ve diçin, girêdayî wê gelek girêkalozî û nerazîbûnên hiþk hene û derbaskirina wan dijwar e
Ji serokatiya Herêmê
tengezar bûye.. dixwaze serokatiya dewletê bike
Ragihandina partiyên Kurdî yên Ýraqê ya dema lidarxistina
raferandûma ji bo serxwebûna Herêma Kurdistana Îraqê, rêze nerazîbûnên herêmî û
derve derxistin holê, dîsa asta girêkaloziya rastî têgeha avakirina dewleteke
serbixwe ji Kurdan re li herêmê eþkere kir.
Weke dihat payîn berteka herî hiþk li hemberî ragihandina
Hewlêrê ya diyarkirina meha Îlona bê dema raferandûmê ji aliyê Tirkiyê bû ku
yek ji têkildarên herî mezin ên doza Kurdî ye û dizane ku avakirina dewleteke
Kurdî di dawiyê de bê guman dê helwestên serxwebûnê li ba Kurdên wê jî gur
bike. Tirkiyeyê di avakirina jiyana hevbeþ û aþtiyane di navbera pêkhateyên
etnîkî yên civaka wê de têk çû.
Li gorî þopdarên karûbarên Kurdî, armanca ji raferandûmê tê
payîn ji ber daxuyaniyên berê yên serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî
lewaze ku destnîþan dikir ku Kurd dema ku encamên raferandûmê derketin ku diyar
in, dewleta xwe ranagihînin û dê Kurdan li ser mijara xwecûdakirin yan
avakirina dewletekê kom bike.
Barzanî nermbûnek nîþan da dema ku referandûm weke rêbazekî
naskirina raya gelê Kurd bi nav kir. Ji vê yekê jî tê naskirin ku referandûm
rêbazekî din a zexta li ser hikûmeta Bexdayê ye û provakasyonên pêþwext ên
danûstandinan e ku dê di navbera herdu aliyan de dijwar bin.
Rayedarên Kurd dê kaxeza raferandûmê ku êdî rastiyek e dê
deynin ser maseya danûstandinan, ji ber ku xwecûdakirin alternatîfa amade ye
eger danûstandin bi ser neketin û eger Bexdayê mercên Kurdî pêk neanîn û ev jî
di du mijaran de diyar dibin, a yekemîn ew e ku divê Bexda dest ji herêmên bi
nakok berde û di nava wan de Kerkûk û li Herêma Kurdî were zêdekirin, a duyemîn
jî divê para Herêmê ji budceya Îraqê zêde bike ji ber ku hejmara niþtecihên wê
zêde dibin û erdnîgariya wê zêde dibe.
Ji aliyekî din ve Kurd ne amade ne ku bibin qurbaniyên
aloziyên herêmê ku herêma wan bibe qada van aloziyan, ji ber vê yekê dê bi hemû
rêbazan hewl bidin xwe ji hêrsa Tirkiyeyê biparêzin û dê Tirkiyeyê birazîkirin
bidin ku ev raferandûmê tenê pêþandaneke gel bû û ti bandorê li rewþa heyî
nake. Lê Tirkiye bi heman þêwazî mijarê nabîne û guman e li hemberî raferandûmê
bi awayekî hiþk derbikeve û hikûmeta Îraqê nikare tedbîreke biçûk bistîne tevî
ku ew aliyekî rasterast têkildarî mijarê ye.
Hewldanên bi serkêþiya Barzanî ya pêkanîna serxwebûnê heta
di hundirê Herêmê de û di navbera pêkhateyên siyasî de lihevhatinek çênekiriye,
Tevgera Goran û Partiya Yekîtî Niþtimanî Kurdistan bi heman nêrînê li hewldanên
serokê Herêmê dinêrin ku ew tevgereke siyasî ye da ku rûyê xwe spî bike û
daxwaza derxistina wî ji serokatiyê bide aliyekî ji ber ku dema wîlayeta wî ev
nêzî du sal in bi dawî bûye.
Her wiha hikûmeta navendî ya Bexdayê jî nerazîbûnên xwe li
hemberî van gavên serxwebûna Kurdî nîþan dide û diyar dike ku ew bi destûra
welat re bi nakok in.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Seed El-Hidêsî roja înê wiha got:
"Çi helwest an gavek ji aliyekî Îraqê ve were avêtin divê xwe bispêre
destûrê. Çi biryar di derbarê pêþeroja Îraqê de ku di destûr de hatiye nasîn ku
welatekî demokratîk û yek hevgirtî ye û xwedî serweriyeke niþtimanî ya temam e
divê li gorî nivîsên destûr ên têkildar be."
El-Hidêsî axaftina xwe wiha domand: "Pêþeroja Ýraqê ne
tenê girêdayî aliyekî ye, lê belê biryareke Ýraqî ye û hemû Ýraqiyan têkildar
dike. Ne pêkane aliyekî çarenûsa Ýraqê cûdayî aliyekî din diyar bike."
Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di van salên dawî
de gelekî zêde bûn, piraniya wan di derbarê derhatinên petrolê de bûn ku Herêmê
bi awayekî serbixwe petrol firot derve, hikûmeta navendî jî weke bertek para
Herêmê ji budceya giþtî rawestand.
Di çarþema borî de jî Barzanî piþtî civînekê bi hejmareke
partiyên Kurdî re ragihand ku 25'ê îlona bê roja lidarxistina referandûma ji bo
serxwebûna Kurdistana Ýraqê ye.
Tirkiyeyê jî bi tundî ev yek bersivand û diyar kir ku ev
gaveke bê berpirsyarî ye û pirsgirêkên herêmê bes in.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim di roja înê de diyar
kir ku welatê wî dixwaze jiyana xwe bi hemû Ýraqiyan re weke yek netewê
bidomîne û destnîþan kir ku pirsgirêkeke din li herêmê ne tiþtekî baþ e.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji aliyê xwe ve di
daxuyaniyekê de ragihand ku birêxistinkirina raferandûmê ji bo serxwebûna Kurdistana
Ýraqê "dê þaþtiyeke mezin derbixîne", û destnîþan kir ku
"parastina serweriya ax û yekîtiya siyasî ya Ýraqê yek ji rêgezên bingehîn
ên siyaseta Tirkiyê ye."
Hewlêrê hewl da hêrsa Tirkiyeyê daxîne û piþtrast kir ku
lidarxistina raferandûmê nayê wateya serxwebûna Herêmê bi awayekî otomatîk.
Rayedarê Partî Demokratî Kurdistan a bi serokatiya Mesûd
Barzanî, Hoþyar Zebarî roja înê got ku diyar e dengdayîn di raferandûma jibo
serxwebûna Kurdan de dê erê be û dê helwesta Herêma Kurdistana Ýraqê di
danûstandinên bi Bexdayê re xurt bike, lê xwecûdakirina ji Îraqê bi awayekî
xweber encam nade.
Zebarî her wiha hewl da metirsiyên hundirîn û herêmî jî hêdî
bike ku niyeta Kurdan a desteserkirina herêmên Ýraqê yên bi nakok tune ye,
ferzkirina vê yekê weke rewþa heyî jî di encama rizgarkirina wan ji rêxistina
DAIÞ'ê ji aliyê hêzên Pêþmergeyan ve bû.
Her wiha got ku serxwebûn nayê wateya ku Kurd herêma Kerkûkê
ku bi petrolê dewlemende û hin herêmên din li herêma xwe zêde bikin.
Zebarî wiha domand: "Raferandûm çalakiyeke demokratîke
û ne pêkane dewleteke demokratîk dijberiya raferandûmê bike. Em di derbarê
serxwebûna Herêmê de neaxivîne lê belê em behsa raferandûmê dikin."
Herêma Kurdistana Ýraqê ku ji sê parêzgehan Hewlêr,
Silêmaniyê û Duhokê pêk tê xweseriyekê ji sala 1991'an ve jiyan dike û hejmara
niþtecihên wê nêzî 4,6 milyon kes in.
Di encama geþedanên li herêmê de helwesta serxwebûna Kurdî
zêde bû, nemaze þerê li dijî rêxistina DAIÞ'ê ku hiþt hêzên Pêþmerge û Asayîþa
Kurdî bibin hêza çekdar û ji bo xizmeta dewleteke serbixwe amade bin. Li aliyê
din lewazbûna dewleta Ýraqê eþkere kir ku nikare parastina yekîtiya xwe bike.
Doza Kurdî ji girêkên aloziyên herêmî û navnetewî li herêmê
cûda nabe. Diyar bû ku Emerîka dixwaze ji Kurdên Sûriye û Îraqê korîdorekî ava
bike da ku serweriya xwe sererast bike da ku hebûna xwe li herdu dewletan ku
beþdarî þerê li dijî DAIÞ'ê bûye, misoger bike.
Nerazîbûna Rûsyayê li hemberî referandûma ji bo serxwebûna
Kurdistana Ýraqê vê yekê þîrove dike. Rûsya li ser zimanê berdevkê Wezareta
Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova banga parastina yekîtiya Ýraqê û
çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya diyalogê kir.
El-Ereb El-Londoniyê
Navenda Global a Wergerandinê (NGW): JIYAN HACÎ
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html