Dostaniya Tirkiyê û Almanya li Demokrasiya wan pîroz be
Serbest Yazılar / 28 Ekim 2017 Cumartesi Saat 05:08
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Beriya çend hefteyan çavên raya giştî li ser guftûgoyên qaşo dramatîk di navbera Elmanya û Tirkiyê de bûn

Dewleta Tirk û dewleta Almanya ku dostanya wan xwe dispêre dîrokek demdirêj dibe ku carna nakokiyên wan derkevin, lê her dem dostaniya wan ya veşartî xwe parastiye. Dema real sosyalîzmê hemwelatiyên Tirk berê xwe dane almanya û jimareke pir zêde ya karkerên Almanya ji Tirkan yê pêk bihatiba. Di warê aborî de li Almanya bi vê koç û karkeriya erzan ya hemwelatiyên Tirk di warê aborî de jî gûhertinek bi xwe re yê bianîba. Hevaltiya van welatan di astekê de bû ku bi siyaseta li ser hemwelatityên xwe dimeşandin hewl didan vê dostaniyê biparêzin. Bêgûman ev dostanî ne ji ber heskirin û girêdaneke menevî bû, du dewletên ku di warê bîrdozî çand û raman de nêzê hevbûn, bi sedsalan bi hev re di ava tifaqe de bûne ji dek û dolabên hev agahdar bûn û pir karen veşartî bi hev re dabûn meşandin ji ber wê jî ev dostanî divêya ku bimeşiya. Di warê aborî dû welatên ku aboriya wan girêdayî heve û ev yek bi xwe jî sedemeke din ya meşandina tifaqa navbera wan deye. Dewleta Tirk yek ji wan dewletane ku di warê kirîna çekan ji Almanan di redeya yekemin deye, ev bazerganiya çekan ji bona her dû milan jê venegere. Siyaseta ku di bin vê dostaniyê de dimeşe her tim bû sedem ku deswleta Almanya di pir biryar û politikaya xwe de serî li hemberê Tirkan bitewîne. Her çend cih cih di raya giştî de hemberê hev gef xwaribin û hin bertek nişan dabin jî lê ji navikê ev dû dewlet hev re girêdayîne. Bi salana siyaseta dewleta Alman ji ber vê hevgirtinê li hemberê gelê kurd her dem demokrasî û hiqûq bin pê kiriye.  

Di dema hilbijartinan de komara Elmanya yê, bi şanoyeke çav dibiriqîne hewl da ku kurdan bixapîne. Almanya qaşo bertekên tund li hember dewleta Tirk nîşan dida, heta ku digotin em ê hemû pêywendiyê xwe ji Tirkan qut biken. Lê belê tenê ev şano û lîstokek ji bona girtina dengê Kurdan bû. Yek ji sedemên din ya vê lîstoka Almanya ji ber bertekên gele Alman li hemberê vê dostaniya bi Erdoğan re bû. Gelê Alman Erdoğan weke Hîtlerê serdemê bi nav dikirin û ji siyaseta Erdoğan ya li herêmê hayadar bûn. Siyaseta nijadperest û faşizan ya dewleta Tirk li hemberê gelê Kurd, siyaseta ku ser koçberan dihate meşandin, piştgîriya Erdoğan ji çeteyên DAİŞ û Elnûsra re dibû sedem ku gelê demokrat û yê Alman dij van danûstandina derkevin.  Dema ku Almanya li hemberê hin nêzîkatiyên Erdoğan û dewleta wî bertek danîn dîmenek wisa derket ku her kes kete nêrîna wê ku êdî piştî ewqas heqaret û bertekan dibe ku ev pêywendiya sedsalan têk biçe û siyaseta Almanya di vê mijarê de zelal be!

Çawa ku hilbijartinên komara Almanyayê bi davî bû, bi siyaseteke nerm û liberal, dest bi danûstandinê bi dewleta Tirk kirin. Ruxmê ewqas gef û bertekên di raya giştî de ku hemberê hev dan meşandin, lihevkirina dîrokî ya wan dîsa berdewam kir. Serokwezîrê Almanya Merkel digot ku ew ê xwe ji Tirkiyê bi timamî qût bikin, lê ger wisa be - çima bi hezaran EURO wekî arîkariya pêkanîna şertên Kopenhagen tê dayîn ? Li gel vê yekê, rûxmê ewqas bertek dihat dayîn, hem ji gel û hem jî ji dewletên YÊ ve, çima doza pejirandina Tirkiyê di nav YÊ de hat dirêj kirin? Çima hîn 6800 şirketên Alman bi awayekî xurt li Tirkiyê çalakin? Li gel vê, bi 600 kesan ku giştî ji çîna jorin çima mafê rûniştinê ji Almanya dixwazin ? Ger qutbûyîn wisa ye, divê mirov têgîna qûtbûyîn ji nû ve bide fehm kirin. Ger biryara qûtbûn neba diba ku ev danûstandin di asteke hê cûdatir jî ba, wê demê dibû kû Erdoğan û Merker bi hev re biryarên hê demokratîk ji bona demê bidaban! 

Encama vê hevaltiya Merker û Erdoğan, berdana Ajanê Mîtê bû ku ji bona dijminahî û terora Kurdan hatibû erkdarkirin. Bi skandala berdana ajanê MîT’a Tirk Sayan, bi avayeke pir vekirî maf ji sîxûrên Erdoğan re hat dayîn ku li Almanya dij bi kurdan çewa dixwazin tevgerin, çewa ku Firansa çav li sîxûrên weke Omer Gûney girt, Almanya jî çav li Sayan û kesên wekî wan digire. Ruxmê ku ewqas delîlên şênber jî hebûn, ji ber itifaq û berjiwendiyên siyasî Almanya çavê xwe li hebûna sîxûrên Tirk li welatê xwe girt. Ev yek mirovan dide fikirandin, dewletek ger hebûna sîxûrên dewletên din dipejîrîne mirov li hemberê rayedarên wê dewletê bi gûman dibe. Ji bona ku ev sîxûr li Almanya xwe baş bi cih bikin û astengî nejîn, li mizgeft û malên komûnan yê bi navê DİTİB wan re hîmê fermî ava dikin, ev yek jî sosretek din ya siyaseta vê demê ya rayedarên Almanya ye. Baş tê zanîn ku ev mekanên hene navendên xwe rêxistinkirina sîxûrên Mita Tirkin. Ji bona ku ev sazî xwe li Almanya baş rêxistin bikin 300 hezar EURO  jî weke arîkarî di bin navê xêrê di milê Almanya ji DİTİB re tê dayîn.

Dema ku mirov vê helwest û siyaseta rayedarên Alman li hemberê sîxûrên Mîta Tirk dibîne, di mirova de pirsa ku  gelo di navera istixbarata Tirkiyê û Almanya dij bi Kurdan şer û lihevkirinek heye!

Gor xûya dike heya niha, ew şer û  nakokî û aloziyên navebra van her dû welatan di raya giştî de hemû şanoyek bû. Ruxmê ku Almanya helwestên xurt nîşan da, xwe bi xwe bi siyasetên dawî vala derxist û maskeya rast ya siyaseta Almanya ket. Dewleta Almanya bi vê siyaseta ne zelal û heman dem parastina siyaset û kiryarên dewleta Tirk ya rast dijminahiya bi kurdan re weke polîtîkaya xwe ya demê nîşan dide. Ji ber destkeftiyên siyasî binpêkirina mafê jiyan û parastina jiyana gelekê li gor zagonên gerdûnî ne şayanê ti dewltên demokratîke. Ji ber siyaseta davî ya dewleta Alman gelê Kurd li hemberê demokrasî û zagonên Almanya dikeve nave gûman û ti ewlehiya jiyana Kurdan li Almanya nîne. Li welatek ku zagonên wê, hebûna sîxûr û çeteyan dij bi gelekê qebûl bike li wî welatî ewlehiya jiyanê nîne.  Dijminahiya bi gelê Kurd ti car ser neketiye û vir û şûnda jî yê sernekeve. 

Koçber Yıldız

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Dostaniya  Tirkiye  u  Almanya  li  Demokrasiya  wan  piroz  be  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.