Li Şûna Referandûma Bûna Dewlet Divê Refarandûma Azadıya Rêber Apo Pêk Bê
Özgürlük Perspektifleri / 28 Ekim 2017 Cumartesi Saat 05:21
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dema ku mirov li dîroka mirovahiyê dinêre tu caran bê sedem gelan li hemberî hev şer nekirine û hev nekuştine

Ji ber ku her dem sebebek an bekoyek ketiye navbera wan û ew teşfîkî şer, kuştin, dijminatiyê kirine. Lê dema ku em li berdewamî û dirêjahiya dîroka civaka Kurd dinêrin em rastî gelek tiştên cuda tên.  Bi rastî jî dîrokekî ku gelê Kurd jê şerm bike û weke xaleke reş bikeve nava rûpelên dîrokê jiyan nekiriye û di hemû serdeman de kariye hemû kes, gel û baweriyan di nava xwe de bihewîne û bi wan re jiyan bike.  Ango tu caran nakokiyên wan û gelên din li ser ziman, erd, çand û baweriyan çênebûne. Her dem di nav yeksanbûnekê de jiyankiriye û nehiştiye biqasî misqalekê jî gel ji rastiya xwe dûr bijîn.

Belkî di dîroka mirovahiyê de cara yekem e ku kesayetek  bi vê nêzîkbûnê mohra xwe li rastiya dîrokê daye. Bi  cewhera dayîkê re bûye heval û rêheval. Gel û rasiyeke ku bi 5000 hezar sal e di taritiyê de dijî wî tenê karî bibe find û mûm li ser vê rastiyê.  Daku hemû kes bikare cewhera xwe ya rastiyê di wir de bibîne û wisa berdewam be li ser jiyana xwe. Di roja îro de hebûn û ramanên wî ji bo civaka mirovahiyê ji nan û avê binirixtir e.  ango jin û civakeke ku raman û lêhûrbûnên wî nexwînin û nizanibin divê bizanin kêmaniyên wan hene ku nikarin rast bijîn.  Bi taybet miroveke ku bêje ez kesayetekî sosyalistim divê ji sedî sed tasek ava ji rastiya ramanên Rêber Apo vexwe û wisa mirovbûn û sosyalîstbûna xwe berdewam bike.   Ji ber ku bi rastî jî zeryayên ramanên Rêber Apo  ji hemû pirsgirêkan re çareseriye. Em jiyana azad û şerê jiyana azad ji  Rêber Apo  fêrbûn. Bi felsefe û ramanên Rêber Apo di mejî û dilê her Kurdekê de civak û mirovên azad  afirand.

Ger  pergala dewletên faşîst û nijatperest li hemberî ramanên Rêber Apo lewaz nebûya ti caran Rêbertî nedixistin nava tecrîteke ewqas giran. Dewlet û mejiyê pergala desthilatdar jî baş dizanin ku bandora Rêber Apo li ser civak û jinan çiqas zêdeye. Ji bo wê jî her ku diçe dewlet hê zêdetir zextê li Rêber Apo dike.  Heta ku Rêber Apo dîl be wê azadî neyê nava civaka Rojhilata Navîn. Ji ber ku ew sedemekî herî bingehîn a bihevrebûna gel û civakan e. ji bo wê jî heta dîlgirtina  Rêber Apo  mijara gotinê be wê her dem di navbera gelan de şer û pevçûn hebin. Ji bo ku demek berî demekî dawî li vî şerî were divê hemû gel û ciwan desten xwe bidin yek û li himberî vê pergala dagirker û nijatkuş serî rakin  û Cîhanê bihejînin. Heta ku ev peragala xwînmij têk neçe wê her dem sebebên ku gel bi gel re  di nava hêncetên şer de rawstin û wisa pêşeroja xwe înşa bikin.

Bilindkirina têkoşîna jinan a  li dijî tecrîtê, bi dawî anîna tacîz, tecawiz, qirkrina çandî û ramyariye jî. Bermahiya hêzên kompiloger  kuştin, dagirkirin, tacîz û tecewiz e.  Ji bo dawî li van hemûyan were divê dawî li kompiloyê were û demek berî demekê Rêber Apo bigihê azadiya xwe. An wê kes nikaribe li pêşiya çalekiyên jin û ciwanan bibin asteng. Ji ber ku ger ev pêvajo wiha berdewam bike wê kes nikaribe texmîn bike ku wê çi bi serê hêzên kompiloger û dewleta Tirk. Divê  ji sedî sed em pergala  kompiloger, dagirker, nijatkuj, tecewizkar, qirker û xwînmij têkbibin.

Pêvajoya komplo wisa ye ku divê hemû kes di vê rojê de têkoşînê bike ku rûyê rast ê dewlet, hêzên hegomon û hîlebaz derkeve holê.  Komplo rewşek  wisa ye ku divê hemû jin, ciwan, sosyalîst û mirovên ku bi rastî dibêjin em mirovin têbikoşin û xwedî li rastiya xwe derkevin. Bûye serê sebebê ku nozde sal e  mirovek bi tenê li giravekê tê girtin û ji hemû mafên xwe yên mirovbûnê bê par hatiye hiştin. Em herdem dibêjin, pergalek din a bi vî rengî di Cîhanê de nîne.  Bi taybet di roja îro de mînakên vê nîne. Di vê jin, mêr, biçûk û mezin hemû destê xwe bidin hev û li heberî vê tecrîtê têbikoşin.

Ger gel û şereşgerên gelan dixwazin bi hev re jiyan bikin divê berî her tiştî xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji ber ku bi rastî jî ew pira herî mezin a di navbera gel û şoreşan de ne. Ji bo wê jî parastin û xwedî li Rêber Apo derdetin di heman demê de pêşxistina yekbûna gel û pêşxistina  şoreşa gelan e.

Gelê Kurd û tevgera azadiyê wê bi xebat û têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bike. Ji ber ku bi rastî jî ew tenê li ser riya rastiyê têdikoşe. Em dikarin vê di mînaka her kêliya têkoşînê de bibînin.  Bi eşq û heskirina me ya jiyanê em mirovanvedixwînin jiyana azad û wekhev. Ji ber ku ger jiyanek wekhev nebe, her kêlî înkara jiyana azad û wekhev e. Ev yek jî bi azadiya Rêber Apo re misoger e.

Bihar Deniz

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Li  Suna  Referanduma  Buna  Dewlet  Dive  Refaranduma  Azadiya  Reber  Apo  Pek  Be  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.