Jixwe di berê de rûyê we reþ bû. Vê carê we tam rûyê xwe reþ kir. Ji bo vê jî divê gelê Kurd rabe ser piyan û we li ber lêhiya xwe bixeniqîne
Ne niha, jixwe we ev yek ji zû ve heq
kiriye, lê gelê Kurd dilê wan hindî paqij e li dijminê xwe jî tê rehmê.
Xiyanet çavkaniya hemû xirabî û pirsgirêkan
e. Ger te xiyanet li hebûn û nirxên xwe kir, divê ti hêviya ku kesek were te
xilas bike nebe. Ji ber ku te çi kiribe
te bixwe aniye serê xwe û bedelê wê jî divê tu bixwe bidî. Ne ku
fatureya wê li ser gel were birîn. Lê dema ku em li vê rewþa xiyanetê dinêrin
ne kesên ku xiyanet li nirx û hebûna gel kirine bedel û hesaban didin, em
dibînin bedelê vê xiyanetê civak û jin didin. Ango jin û mirovên bêguneh
dikevin ber xezeba xiyaneta serkirde û rêveberan. Heta ku yekîtî di navbera gelê Kurd de çênebe, wê her dem hinekê ku çep û rastê xwe
ji hev nasnakin bixwazin lîstok û komployan li serê gelê xwe bigerînin. Xiyanet
ne çarenûsa gelê Kurd e, divê mirov dersek wisa bide vê çarenûsê ku cîhan hemû
li ber bikeve secdeyê. Jixwe em dibînin cihên ku bi berxwedanî û wêrekiya
cangoriyên gelê Kurd ve hatine rizgarkirin û tên parastin bûne modela gelên cîhanê ku xwe li ser wê mîrasê
birêxistin dikin. Ango em li kîjan
welatî binêrin ger ku ew jî di rewþa Baþûrê Kurdistanê de bin helbet yekîtî pêþ
nakeve û her roja ku biçe wê hê zêdetir lîstok û komplo li ser wan werin
çêkirin û bêyî ku ew pê bihesin. Bedelê bawerî bi vîna xwe neanîn ewqas giran e ku kesek nikare ji bin vê
xiyanetê derkeve. Bawerî bi hêza xwe neanîn bi serê xwe xiyaneta herî mezin e.
Ango ew nêzîkbûn dihêle ku hemû xirabî bi serê mirov were.
Kurdistan mozayîka bi hev re bûna gel û baweriyan e. Hêza ti
rêxistin û desthilatê têrênake ku wan ji hev cuda bike an jî li gorî
berjewendiyên xwe kiraseke din li wan bike. Jixwe van gelan berî hezar salan biryara xwe dane ku wê li
ser vê axê bi hev re jiyan bikin. Gelê
Kurd nemecbûre ku hisabê kêmanî û xiyaneta we bide. Divê demek berî demekê ev
kesane bikevin ber lêpirsînê û gel hesabê xapandina xwe ji wan bixwaze. Lê ez
wisa bawer dikim ku ji niha û þûn de wê hesab xwestina herî di cih de ew be ku,
divê carek din gel vîna xwe nexe destê kesayet û rêveberên ew heq nekirine.
Dersa herî baþ ew e ku gel carek din van kesan di nav civata xwe de
nehewînin. Wan û lîstokên wan bavêjin sergoya dîrokê.
Divê ji niha û pê ve gelê Kurd baweriya xwe bi gotinên
serxwebûn û dewletbûnê neyine, ji ber ku wateya dewletbûnê bi xwe rastiya wê li
ser înkara hebûn û nasnameya gel û netewek din e. Ango pirsgirêk ne dewleta
gelê Kurd û ya geleke din e. Pirsgirêk ew e ku zihniyet û rihê dewletê bixwe
înkar û îmha ye. Jixwe dijminê herî mezin ê gelan pergala dewletê ye. Dema
dibêjin dewelet kuþtin, îþkence, zorbatî, înkar, tecawiz, fesadî, qirkirin,
bêkarî, bê vînbûna reng û baweriyan
dikeve bîra mirovan. Gotinên serxwebûn û
dewletbûnê hemû xapandinbûn li ser vîna
gel. Lîstok û komployek mezin di dewrê de heye. Dema ku rêveberiya herêma
kurdistanê dest bi pêvajoya serxwebûnê kir
ger were bîra me tenê dewleta Îsraîl piþtgirî dabû serxwebûna herêma
kurdistan. Ji bo li himberî dijminê xwe çepereke din bigire. An jî deriyek din
ji xwe re veke û gel û axa Kurdistanê ji
bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Lê
dema ku tang û topên Îran û Îraqê li ser erda Baþûr re derbasî bajar û navçeyên
wê Kerkûk, Mexmûr ûTuzxurmato dibûn wê demê li naverastê kesekê behsa
piþtgiriya dewleta Îsraîlê nedikir.
Hisab û lîstokên wan pûçbûbûn
. Em hemû baþ dizanin ku dijminê herî
mezin ê gelê Kurd yek jî siyaset û polîtîkaya dewleta Îsraîlê ye. Dewleta
îsraîl ku herî zêde yekîtî û bi hev re
bûna gelê Kurd xirab dike ji ku re bû
mitefîk û alîkarê serxwebûna gelê Kurd?
Siyaset û polîtîkaya wan kêlî bi kêlî înkara vîn û nirxên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye. Ji ber ku yê
lîstok û kompiloyên wan pûç û xirab dikin Tevgera Azadiyê ye. ji bo wê jî
Tevgera Azadiyê her dem li himberî xwe asteng dibînin.
Ger gelê Kurd ji vê
rewþa niha dersên baþ derxisti be û naxwazin careke din rûberûyê van roj û êþan
bên, Em
ê careke din kesayet û hiþmendiyên wek PDK’ê û YNK’ê nêzîkî rêveberî û pêþengiya kurd
nekin heta jiyan heye. Ji ber ku siyaset û polîtîkaya wî ya ji bo gelê Kurd û
gelên cîran ji binî ve xelet û þaþ e. Li ser vê mirov dikare vê yekê pir bi
rehetî bêje ku ji bo mezinbûn û pêþxistina vîn û hebûna gelê Kurd kevirek tenê
jî nedaniye ser hev. Ev yek herî zêde di vê pêvejoyê de rûyê rastî yê rêveberiya
herêma Kurdistanê derxist holê. Ji ber ku kesayet û rêxistinên ku ked û
zehmetiyan di ber hebûn û vîna gelê xwe de didin, xeletiyên wisa nakin û heta
dawiyê têdikoþinê didin, heta canê xwe jî di ser de didin. Lê yê van qet ne li
xema wan e jî. Ji ber bi rastî westandinek nîne, ji bo wê heta dawiyê bêxembûn
heye. Kesayetên, bêxem kesayetên bê ked in.
Careke din eþkerebû ku tekane riya çareserî û altarnatîf
felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ye. Tevgera Azadiya gelê Kurd mirovahî li her çar
aliyê Cîhanê parastiye û karîbûye bibe xwedî hêzek pêþeng û alîkar. Di dîroka
xwe de tevger û bizava PKK’ê karibûye li ser vîna xwe pêþengtiya civaka xwe û
mirovahiyê bike. Bi pêþxistina vîna
xwe vîna hemû Cîhanê parast. Ji ber ku hebûn û nirxa xwe ne li ser vîn û
înkara hebûn û vîna kes û civakan pêkaniye. Ji ber ku piþta xwe daye nirx,
hebûn û vîna xwe û wisa pêþeroja xwe avakiriye.
Di ronahiya têkoþîn û berxwedana Rêber Apo de, gelê Kurd û parazvanên
heqîqetê li hemû cîhanê îlhama têkoþînê
belav kirine. Ji bo ku êdî gelê Kurd û
gelê cîran êþan nekiþînin divê ji sedî sed li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo
bibin xeleka jiyanê ya yekbûnê.
Bihar Deniz
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html