ÇETEYAN Lİ EFRÎNÊ 2 KESAN KUŞT, GEL DERKET KOLANAN
Haberler / 20 Haziran 2018 Çarşamba Saat 16:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li navenda Efrînê, komên çete yên girêdayên dewleta tirk, ji ber bijîşkek li hemberê wan derket hat kûştin.

EFRÎN - Li navenda Efrînê, komên çete yên girêdayên dewleta tirk, ji ber bijîşkek li hemberê wan derket hat kûştin. Li ser vê yekê gel derketin kolanan. Çeteyan, di ser gelê derketin kolanan reşandin û jinek jî hate qetilkirin.

 

Çeteyên di bin navê ASA yên girêdayên dewleta tirk ku roj namîne li Efrînê zilm û zordarî li ser sivîlan neke. Çeteyan ku her roja diçe dizî, talanî, îşkence, revandin, şewitandin û kûştina sivîlan tê rojevê, di bûyera dawî de êdî sivîlên di Efrînê de dimînin bêzar bûn, li dijî çeteyan derketin kolanan.

 

Li gor agahiyan, îro serê sibehê endamên komên çete diçin mala bijîşkê bi navê samî el-Ferac û dixwazin malê vala bikin û bê ku tiştek ji malê derbixin derkevin. Hat diyarkirin ku ji ber bijîşk El-Ferac li hemberê vê yekê derdikeve di navbêra wî û çeteyan de nîqaş derdikeve û di encamê de jî ji aliyê çeteyan ve tê gulebarankirin. Li gor agahiyan bûyera ku demek kurt de belav bû di serî de eşîra Bobenî û gelek kes hatin pêşiya malê û li dijî çeteyan bertek nîşan dan.

 

Çeteyan xwepêşandanê gulebaran kir jinek hat qetilkirin

 

Di demek kurt de jin, zarok, ciwan û her kes tevlî vê xwepêşandanî bûn, dest bi avêtina sloganên "Em çeteyên kujer naxwazin", "Dewleta tirk çeteyên xwe hilde û derkeve ji vir" kirin. Xelqê ku tevlî xwepêşandanê bûn cenazeyê bijîşk rakirin û dest bi meşê kirin. Ciwanan ku li hemberê çeteyan bertekên hişk nîşandan, di navbêra wan û çeteyan de nîqaş derketin. Di dema xwepêşandanê de çeteyan rastgele bi çekan êrîş kirin û jinekê ku navê wê nehate zanîn jiyana xwe ji dest da. Her wiha gelek kes jî bi guleyan birîndar bûn.

 

Li navenda Efrînê ku hêj jî gelek ciha xwepêşandan didomin, çeteyan neçar man ku ji navenda Efrînê derkevin û li cihên bilind bi cih bibin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  Xwepesandan  ASA  Cete  Kustin  Tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.