Çete Di Qadên Parastina Medya De Ne
Haberler / 21 Haziran 2018 Perşembe Saat 14:50
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li gor agahiyan hikumeta AKP’ê, bi operasyona Mertalê Firatê li ser kurdan a Bakurê Sûriyê dabû êrîşkirin çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên hatibûn girtin dê di Qada Parastina Medya de bide şerkirin.

Li gor agahiyan hikumeta AKP’ê, bi operasyona Mertalê Firatê li ser kurdan a Bakurê Sûriyê dabû êrîşkirin çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên hatibûn girtin dê di Qada Parastina Medya de bide şerkirin. Hat diyarkirin ku hatiye xwestin pêşmergeyên di heremê de perwerdehiya gerîlatiyê nîşanê wan bide, lê PDK yê naxwazin ew bixwe şer bikin, diyar kirine ku ew dê li hemberê gerîlayê şer nekin lê ew dikarin her cure alîkariyê bidin wan. 

Li gor agahiyên hatî girtin hikumeta AKP’ê bi operasyona Mertalê Firatê bi destê çeteyan ku êrîş biribû ser Bakûrê Sûriyê, hin çeteyên DAIŞ û El Nûsra ku di Tirkiyê de deşifre bibûn û ew girtibûn wan li gor erdnigariya heremê perwerde dike û dê di Qada Parastina Medya de bide şerkirin.  Van çeteyan ku ger li dijî YPG/YPJ yê li Rojava û Bakûrê Sûriyê, ger jî li dijî berxwedana rêveberiya cewher a li Bakurê Kurdistanê û hêzên gerîla dide pêş, evcar jî dişîne Qada Parastina Medyayê. Li gor agahiyan, ev çeteyên ku eslê xwe ji Tirkiye, Sûriye, Iraq, Afganîstan, Azerbeycan û Çeçenîstanî ne di kampên leşkerî yên li bajarên Tirkiyê Konya, Tokat û Kayserî de tên perwerdekirin. 


Perwerdehiya ‘Taktîka Gerîla’ didin

Serokê Giştî ya AKP’ê Tayîp Erdogan ku di hêla moralê de hêza leşkerî winda kiriye û ji ber vê yekê jî leşkerên ku karibe bişîne qada şer, weke li Bakûrê Sûriyê di Qendîlê de jî dixwaze bi riya çeteyan şer bike. Ji bo ev çete karibin di qada çiya de şer bikin di bin banê Şîrketa Bazirganiya Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî (SADAT) ku bi taybetî ji aliyê Tayîp Erdogan ve tê birêvebirin û weke artêşek paralel tê nasîn de perwerdeya taybet gerîla û parastina wê tê dayîn.


Çete wê bi kincên Peşmergeyan şer bikin

Çeteyên ku hatine perwerdekirin û şandina sînorên Qada Parastina Medyayê, hat gotin ku dê kincên Pêşmergeyan li wan bikin û li dijî hêzên gerîlayan bidin şerkirin. Hat destnîşankirin ku niha ya çeteyan di baregehên MÎT a dewleta tirk ên li Kanîmasî, Amediyê, Bamernê, Qesrê û Sidêkan hatine bicihkirin û di vir de jî ev çend rojin ji aliyê pêşmergeyan ve derbarê şerê cografîk û parastinê de perwerde tê dayîn. Pêşmergeyên PDK’ê ku ew bixwe naxwazin şer bikin, diyarkirin ku ew dê bixwe li dijî gerîlayan şer nekin lê jibilê wê ew dikarin hemû cure alîkariyê bidin wan. Hat diyarkirin ku niha perwerdehiya nêzî 3 hezar çeteyan temam bûye û hatine bi cihkirin.


 ‘Em ne li dijî PKK’ê ne, tirk dixwazin axa me dagir bikin’

Li dijî dewleta tirk a dixwazin bikevin Qendîlê ji aliyê gelê başurê Kurdistanê ve bertekên mezin hene. Gelê Qendîlê diyar dikin ku ketina vê heremî tê wateya dagirkirinê û dan zanîn ku çi dibe bila bibe ew dê li cem gerîlayan cih bigirin. Dîsa ji fermandarên Pêşmergeyan ku di heman demî ji niştecihê Qendîlê ye Resûl H. destnîşan kir ku ew ne li dijî PKK’ê ne û dewleta tirk bi hinceta PKK’ê dixwaze axa wan dagir bike. Resûl H, anî ziman ku ew vê hewildanî şermezar dikin û ev tişt gotin: “Ji me re gotin eger operasyon dest pê kir ji bo karibin êrîşê noqteyên PKK’yiyan bikin alîkarî bikin û ji bo kordîneya noqteyan bidin alîkarî xwestin. Em li hemberê vê derketin û me got ev rewş ne tenê ya PKK’ê ya me jî tehdît dike. Wan jî ji me re got ‘em di tespîtkirina noqteyê de zahmetî dikşînin û encax hûn alîkarî bidin em dê bi ser bikevin’. Lê dîsa me qebûl nekir.”

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Qandil  AKP  YPJ  YPG  Gerila  operasyon  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.