Li Efrînê Sivîl Dibin Qurbaniya Nelihevkirina Çeteyan
Haberler / 27 Haziran 2018 Çarşamba Saat 14:32
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hat diyarkirin ku duh di navbera çeteyên dewleta tirk ên bi navê Lîwae El-Mutesêm û El-Cebhe El-Şemiyê de pevçûnên dijwar qewimîn.

EFRÎN – Hat diyarkirin ku duh di navbera çeteyên dewleta tirk ên bi navê Lîwae El-Mutesêm û El-Cebhe El-Şemiyê de pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama van pevçûnan de çeteyekî Lîwae El-Mutesêm hate kuştin û bi dehan birîndarên her dû aliyan çêbûn. Her wiha bi dehan qurbanî û birîndarên gel jî hene.

Duh di 26`ê hezîranê de ji bo girtina rêbendeke kontrolê li navenda Efrînê di navbêra çeteyên Lîwae El-Mutesêm û El-Cebhe El-Şemiyê yên girêdayê dewleta tirk de pevçûn bi çekên giran û bombeyên destan qewimîn. Di encama van pevçûnan de çeteyekî Lîwae El-Mutesêm bi destê El-Cebhe El-Şemiyê hate kuştin û bi dehan birîndarên herdû aliyan hene.

Ev pevçûn li navenda Efrîn li çerxerêya Kawayê Hesinkar qewimî û weke her car gelê ku li wan derdoran bi cih bûne û wê riyê weke riya çûn û hatina bingehîn bikar tînin bûn qurbaniya van pevçûnan. Hate destnîşan kirin ku bi dehan birîndar û qurbaniyên gel jî hene.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  cete  gel  sivil  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.