Dîsa Maşîneya Zirxî Ya Polîsan Li Kesekî Qeliband
Haberler / 28 Haziran 2018 Perşembe Saat 16:00
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Geverê, maşineya zirxî ya bi lez ajot, li welatiyê 56 salî Halît Artik ê xwest derbasî aliyê rê bibe qelibî.

COLEMÊRG -Li Geverê, maşineya zirxî ya bi lez ajot, li welatiyê 56 salî Halît Artik ê xwest derbasî aliyê rê bibe qelibî. Artik ê bi giranî birîndar bû, rakirin emeliyatê.

Li Cadeya Cenzît Topel a navçeya Gevera Colemêrgê, maşineya zirxî ji ber ku bi lez ajot li welatiyê 56 salî Halît Artik ê xwest derbasî aliyê rê bibe qelibî û bi giranî birîndar kir. Artik ê li erdê ket, di nava xwînê de ma û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Welatiyên bertek nîşanî bûyerê dan, rastî heqaret û gefên giran ên polîsan hatin. Artik ê rewşa wî girane, rakirin emeliyatê û hat diyar kirin ku talûkeya lingê wî bê jêkirin heye.

Li aliyê din, di 8’ê Îlona 2016’an de jî li ser heman cadeyê, ji maşineya zirxî gule hatibûn reşandin, 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 welatî jî birîndar bûbûn.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): colemerg  dewleta  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.