YPG Lê Dide Çete Direvin!
Haberler / 29 Haziran 2018 Cuma Saat 11:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî ku di 27`ê hezêranê de li Efrîn 3 teqîn çêbûn, tirs û xov di nava serçeteyên OSO de çêbûn.

EFRÎN - Piştî ku di 27`ê hezêranê de li Efrîn 3 teqîn çêbûn, tirs û xov di nava serçeteyên OSO de çêbûn. Hat diyarkirin ku fermandarên Çeteyan dest bi reva ji Efrînê kirine. Her wiha dewleta tirk hişyariya zêdebûna çalakiyên YPG/YPJ`ê dide çeteyan.

 Piştî ku di 27`ê hezêranê de li navenda Efrîn 3 teqînên ku di encama wê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, tirseke mezin kete dilê çetan û di encamê de ketine rewşeke seferberiyê. Li gor çavkaniyên ji navenda Efrînê hemî dikan girtine, çûn û hatina zêde hatine qedexekirin. Li kêleka vê yekê çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku ji tirsa çalakiyan serçeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê direvin.

 

DEWLETA TİRK HİŞYARİYA ZÊDE BÛNA ÇALAKİYÊN YPG/YPJ`Ê DİDE ÇETEYAN

Piştî ku berxwedana Serdemê kete qonaxa xwe ya duyemîn şervanên QSD`ê bi pêşengtiya YPG/YPJ`ê rêze çalakiyên bi bandor li dijî artêşa dewleta tirk û çeteyên wê lidarxisitin. Ev çalakî ya ku herî dawî bi 3 teqînên hemwext pêk hat tirseke mezin xist dilê dewleta tirk û çeteyên wê de. Dengên çeteyan û fermandarên tirk ên ku li ser whatsAPP`ê hişyarî didan çete û artêşa xwe bi riya çavkaniyekî me hatin bidestxistin.

 

ÇETE Û FERMANDARÊN TİRK WİHA HİŞYARÎ DAN:

 “Kombûyîn bi hejmarên zêde qedexeye, bila her kes di navendên xwe de bimînin û nobetên xwe bi hişyariyeke mezin bigirin û tu fesîle (tabur) li cihekî kom nebin, pêwîste hun van dengan li ser hemî whatsAPP`a cemaetên çekdar ên li Efrînê belav bikin. A niha birayên me yên Tirk agahî dan û ev yek gotin amadekariya teqînên din an jî revandina kesekî girîng wê tên kirin, em rica dikin herkes van quralan pêkbîne û bi hişyarî tevbigere.”

Hat destnîşankirin ku piştî vê rewşî gelek serçeteyên OSO ji navendên bajêr û navçeyên Efrînê derketine û li biryargehên girêdayên MÎT û Artêşa Tirk (TSK) ên li nêzî sînor û Ezazê bi cih bûne.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YPG  YPJ  cete  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.