NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku hejmara çeteyên ku tevlî operasyona Qandîl bibin zêde bike, wan bi zêdekirina mûçeyan û peydakirina hemî pêdiviyên jiyanî dixapîne. Bi vî rêbazî xwe dighîne sivîlên ji her derê û wan tevlî komên çete dike.
Dewleta Tirk a dagirker hewil dide hejmara çeteyên ku tevlî
operasyona Qandîl bibin zêde bike. Vê yekê bi riya zêdekirina mûçeyên wan û
peydakirina hemî pêdiviyên wan ên jiyanî pêk tîne. Bi taybet li ser sivîlên
feqîr pêk tîne û wan ji xwe re dike hedef.
Bİ TAYBET KESÊN FEQİR DIKIN HEDEF
Ji wan kesên ku dewleta Tirk dixwaze wan di operasyona
dagirkirinê de bikar bîne, sivîlê bi navê Ehmed M. ku malbata wî feqîre û ji aliye
çeteyan ve mala wî hatiye talankirin axivî û wiha got: “ez kesekî feqîrim û tu
kar jî di destê min de nîne, zarokên min biçûkin û gelek pêwîstiyên wan hene,
ez nikarim van pêwîstiyan bi cih bînim. Ji ber vê yekê ez neçarim biçim tevlî
artêşê bibim, ji ber ku min bihîst dibêjin ewê li Îraqê li çiyayê bi navê
Qandîl operasyonekê li dar bixin, li ser vî esasî ew dibêjin kesê ku tevlî vê
operasyonê bibin wê 700 dolar bidin wî û hemî pêdiviyên wî yê jiyanî pêk bînin
tenê ji me dixwezin em li wê çiyayî şer bikin.”
Tê zanîn ku berî niha jî dewleta Tirk bi komên çete yên
girêdayê wê (OSO) re civîn lidarxistibû û ji bo tevlî operasyona îhtîmal a ser
Qendîlê bibin pere li wan belav kiribû. Dewleta Tirk ku niha negihiştiye
hejmara ku armanc kiribû, niha jî ketiye pey sivîlan û bi taybet jî sivîlên ji
ber şer û pêvçûnên çeteyan mexdur bûne û dixwaze wan di operasyona dagirkirina
Qendîlê de bikar bîne.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html