Li Efrînê di navbêra çeteyan de pêvçûn: 2 jin 3 zarok hatin qetilkirin
Haberler / 18 Temmuz 2018 Çarşamba Saat 08:13
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Li gor agahiyan li Efrînê di navbera polîsên leşkerî û çeteyên Firqit El-Hemzet de ji ber sedemên parvekirina xenîmet û rêbendên kontrolê pevçûn rûdan.

Li gor agahiyan li Efrînê di navbera polîsên leşkerî û çeteyên Firqit El-Hemzet de ji ber sedemên parvekirina xenîmet û rêbendên kontrolê pevçûn rûdan. Di encamê de ku ji her du aliyan kuştî û birîndar hene, 2 jin û 3 zarok 5 sivîl jî bi guleyên wan hatin qetilkirin. 

Nakokî û pêvçûn ji ber parvekirina xenîmet û rêbendên kontrolê ya di navbêra komên çete yên OSO de berdewam dikin. Evcar jî polîsên leşkerî yên di Efrînê de û çeteyên bi navê Firqet El-Hemzet de ji ber parvekirina xenîmet û rêbendên kontrolê pêvçûn derket.

Hat diyarkirin ku di pêvçûna navbêra wan de ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar hene. Li gor çavkaniyeke ji heremê ragihand, di van pêvçûnan de 2 jin û 3 zarok ên navê wan zelal nebûye bi guleyên çeteyan hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  Cete  Pevcun  Nakoki  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.