Tirkiye Eniya Tirkmen Bi Pere û Perwerde Dike, Dişîne Kerkukê
Haberler / 20 Temmuz 2018 Cuma Saat 08:58
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
KERKUK - Dewleta Tirk a dagirker, bi sedan endamên eniya Turkmenî li Kerkukê bi çek dike û muçeyê mehane û pêwîstiyên jiyanî ji bo wan dabîn dike.

Dewleta Tirk a dagirker, bi sedan endamên eniya Turkmenî li Kerkukê bi çek dike û muçeyê mehane û pêwîstiyên jiyanî ji bo wan dabîn dike.  Endamê rêveberîya YNK’ê Xalid Şewanî diyar kir ku ligel agahiya hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê jê heye jî tu hewildan nayên kirin. 

Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker bi sedan çekdarên eniya (Cebheya) Turkmenî li navçeya Silopî sinorê İbrahîm Xelîl perwerde kirine, bi çek kirine û wê bişîne Kerkuk’ê.

Li gorî çavkanîyekî ji herêmê diyar kir ku Tirkiye hêzekî 600 kesî ji eniya (Cebheya) Tirkmen li Kerkuk amade kiriye, ev hêz hatîye bi çek kirin û 200 ji wan çekdaran li baregehekî leşkerî ya Silopiya perwerde kirine.

Her wiha hatîye diyar kirin ku Tirkiye bê kêmasî alîkariya aborî ji van çekdaran re dike, bi çek dike û li navçeyên Tirkmenên Kerkukê bi cih dike. Muçeyê van çekdaran ji alîyê Tirkiyê ve li gorî pileya leşkerîyê ji 400 dolar despêdike heya 800 dolar tê dayîn.

 

‘AGAHİYA HİKUMETÊN IRAQ Û HERÊMA KURDİSTANÊ JÊ HEYE’

Endamê Rêveberîya YNK’ê Xalid Şewanî di derbarê mijarê de axivî û got: ‘’Ji bo ku lêkolînek berfireh were kirin me ev mijar ji hukumeta navendî ya Iraq û istixbarata Iraqê re ragihandiye û di derbarê wê de hemû agahî dane.  Lê li rexmê ku hem agahîya hukumeta navendî hem jî hikumeta Herêma Kurdistanê heye jî, heya niha tu nerazîbun ne hatine nîşandan û ji bo rawestandina wan tu hewildan nehatine kirin.”

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): kerkuk  dewleta  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.