Çete Li Ser Rêbendên Kontrolê Jinan Tacîz Dikin
Haberler / 24 Temmuz 2018 Salı Saat 06:08
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRîN – Kiryarên çeteyên OSO yên girêdayî dewleta tirk li Efrîn bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin ku çeteyên Firqet El-Hemzê li ser rêbendên di navbêra Cindirês û Efrînê de di bin navê qontrolê de jinan taciz dikin û jinên ciwan direvînin.

Kiryarên çeteyên OSO yên girêdayî dewleta Tirk li Efrîn bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin ku çeteyên Firqet El-Hemzê li ser rêbendên di navbêra Cindirês û Efrînê de di bin navê qontrolê de jinan taciz dikin û jinên ciwan direvînin. 

Çeteyên OSO yên girêdayî dewleta Tirk kiryarên xwe yên qirêj û hovane bê navber li ser sivîlên Efrînê didomînin. Ji dema ku Efrîn ji aliyê artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin hemî kiryarên qirêj û derveyî mirovahiyê li ser Efrîn û gelê wê didin meşandin. Li kêleka dizî, talanî, kuştin, revandin, firotina mal û milkên sivîlan, şewtandina zeviyan, tecewiz, îşkence û xwestina fidyê, vê carê jî çeteyên bi navê Firqit El-Hemzê li ser riya di navbera Efrîn û navçeya wê Cindirêsê de, erebeyên ku diçin û tên kontrol dikin, di bin navê lêgerînê de jinan tacîz dikin, ciwanan direvînin.  

Çavkaniyekî ji herêmê  diyar kir ku ew çete jinan jî dibin hinceta ku li YPJ`ê û çekan digerin kontrol dikin û dest davêjin wan û wan tacîz dikin û telefonên hemuyan desteser dikin. Her wiha ew ji hemû kesên ku diçin û tên re dijûnên pir xirap dikin. Çavkanî anî ziman ku  çete carina jin û ciwanan ji erebê dadixin û ber bi aliyên nayê zanîn ve direvînin. Hat destnîşan kirin ku piştî revandina ciwanan ji malbatan fidye dixwazin. 

Çavkanî da zanîn ku çeteyan li ser rêbendên kontrolê jinên ciwan ên bi nave R. M. û A. M, her wiha 4 jinên ku navê wan nayê zanîn tacîz kirine.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): cete  Tirk  taciz  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.