Li Idlib Lîstokeke Nû Ji Lîstokên Erdogan
Haberler / 30 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 08:21
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
IDLIB – Dewleta Tirk senaryoyeke nû ji bo Idlib ava dike. Erdogan şerekî li dijî çeteyên OSO yên di Idlibê de bi cih bûne radighîne. Çeteyên ku di Idlib de jî bi cih bûne bi vê biryarê re û bi perspektîfeke ji Erdogan hatiye navên fesîleyên xwe diguherînin.

Dewleta Tirk senaryoyeke nû ji bo Idlib ava dike. Erdogan şerekî li dijî çeteyên OSO yên di Idlibê de bi cih bûne radighîne. Çeteyên ku di Idlib de jî bi cih bûne bi vê biryarê re û bi perspektîfeke ji Erdogan hatiye navên fesîleyên xwe diguherînin.

Li gor agahiyan piştî hevdîtina Pûtîn û Trump ku beşek ji lihevkirina wan li ser Idlibê bû, rejîma Sûriyê biryara operasyona Idlibê da,  dewleta Tirk metirsiyeke mezin li ser berjewendiyên xwe di Sûriyê de jiyan dike. Hat destnîşankirin ku hewil dide bi her rêbazî vê êrîşê bide sekinandin û di heman demê de dixweze xwe li pêşiya Amêrîka weke ku ew jî dij terorê şer dike nîşan bide.

Erdogan li Idlibê li dijî çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) yên ku weke dest û lingê Erdogan tên pênasekirin, bi alîkariya Artêşa Sûriya Azad (OSO) wan tasfiye bike.

 

HTŞ DIBE CEYŞ EL-FETİH

Hat gotin ku li ser vê biryara dewleta Tirk, hemû fesîleyên li Idlibê hem nave xwe hem jî di bin navekê sîwan de tên komkirin. Hat îdeakirin ku wê hemû komên li Idlibê ku komên di bin bane Heyat Tahrîr El Şam de hatibûn komkirin, wê ji niha û şûnde di bin nave Ceyiş El Fetîh de bicivin. Hat bibîrxistin ku navê El-Fetîh di sala 2015’an de Partiya Turkmenîstanên Îslamî ya li gundewarên Idlibê, Latiqiyê û Hema de tevdigerin, weke yedek hatibû avakirin. Ceyiş El Fetîh; Cebhet Tehrîr Sûriye ya ku komên Tevgera Nureddîn Zenkî û Ehrar El Şam di nava xwe de digire, her wiha Heyat Tahrîr El-Şam ku Cebhet El Nusra û hemû komên di Idlibê de di nava xwe de dihewand, cih bigirin.

Hat ragihandin ku piştî biryara Rusya û rejîma Sûriyê ya operasyona ser Idlibê hate dayîn, dewleta Tirk ji bo parastina van komên ku rasterast bi MÎT’ê ve girêdayîne serî li riyekê wisa dide.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): OSO  dewleta  Tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.