Çeteyên OSO Li Cindirêsê Zêdeyî 30 Sivîl Revandin, Pere û Zêrên Sivîlan dizîn
Haberler / 30 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 11:00
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Dîsa çeteyên OSO, dîsa revandin, dîsa talanî dîsa dizî. Hat diyarkirin ku OSO li navçeya Cindirês û gundewarên wê zêdetirê 30 sivîl revandin, mala wan talan kirine û zêr û zivên wan dizîne. Hat gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidyê tê xwestin.

Dîsa çeteyên OSO, dîsa revandin, dîsa talanî dîsa dizî. Hat diyarkirin ku OSO li navçeya Cindirês û gundewarên wê zêdetirê 30 sivîl revandin, mala wan talan kirine û zêr û zivên wan dizîne. Hat gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidyê tê xwestin. 

Kiryarên çeteyên OSO yên girêdayî dewleta tirk ên weke dizî, talanî, revandin û xwestina fidiyê piştî dagirkirina Efrînê neqediyan û ji ewqas dizî û talanî têr nebûn, tersî wê her ku diçin van kiryarên qirêj zêde dikin. Lê her carê ji xwe re ji bo van kiryarên dij mirovahî rêbazên cuda peyda dikin.

Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku çeteyan duh bi ser navçeya Cindirêsê û gundên wê de girtin. Di ser girtina malan de bi hinceta di mala wan de zêr û zîv tuneye ji bo fidye bixwazin zêdeyî 30 kesî revandin,  Çavkanî destnîşan kir ku OSO ya di serdegirtina malan dewam kir û ji gelek malan zêr û zîvên heyî desteser kirine an jî dizîne. 

Çavkanî, derbarê rêbazên nû ya çeteyan a dizî, talanî û taybet jî piştî revandina kesan xwestina fidyeyê de jî ev agahî dan: “Çeteyan rêbazeke nû ji bo dizî, talanî û xwestina fidiyê ji xwe re peyda kirine. Sivîlên ku niha direvînin fotografên wan dikşînin û ji xizmên wan ên ku li Awrupa bi cih bûne (ap, bira, xal, kur ap û kalik) re dişînin û ji wan re dibêjin “Eger hûn dolar û euro ji me re rê nekin em ê xizmên we bikûjin.” 

 

YÊN MALAN NİŞANÊ ÇETEYÊN OSO DIDE Kİ NE?

Li gorî çavkanî aşkere dike hin kesên ji Efrînê ku piranî endam an jî alîgirên ENKS’ê ne didin pêşiya komên OSO û malbatên ku aboriya wan baş be, pere, zêr û zivên wan hebin, an jî xizmên wan ên li derveyê welat (Ewropa) hene, nîşan didin. Çeteyên OSO jî li ser nîşandana wan, davêjin ser malan an kesan direvînin û fidye dixwazin an jî rasterast dest datînin ser mal û pereyên wan.  Hat destnîşankirin ku revandina zêdetirê 30 kesan û talan û diziya malan li ser vê rêbazî pêk hatiye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


Parveke

TAGS(ETIKETLER): cete  OSO  Efrin  dizi  talan  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.