Li Cindirisê Ji Bo Riyeke Leşkerî Gelek Xanî û Dar hatin rakirin
Haberler / 07 Ağustos 2018 Salı Saat 08:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Hate ragihandin ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ji bo riyeke leşkerî ya di navbêra Hatay û Efrînê çêbikin, hemû xanî û darên fêkiyê yên gundê Hemamê ya girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku li ser sînor e, hatin hilweşandin.

Hate ragihandin ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ji bo riyeke leşkerî ya di navbêra Hatay û Efrînê çêbikin, hemû xanî û darên fêkiyê yên gundê Hemamê ya girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku li ser sînor e, hatin hilweşandin. 

Dewleta Tirk guhertina demografî û hilweşandina Efrînê berdewam dike. Li ser axa ku dagirkiriye pilan û pirojeyan bi pêş dixe û pêk tine. Li kêleka hemî kiryarên çeteyên OSO yên girêdayî dewleta tirk yên dijmirovahî û hovane derheqê Efrîn û gelê wê de  weke şewitandina bax, baxçe, zevî û daran dewleta tirk bi leşker, amûr û karkerên xwe li ser guhertina demografî û xirakirina erdnigariya Efrînê dixebite. 

 

JI BO RIYA LEŞKERÎ XANÎ Û DAR JI KOK VE TÊN RAKIRIN

Hate ragihandin ku dewleta tirk bi amûr û karkerên xwe di navbera bajarê Hatayê ya Tirkiyê û gundê Hemamê ya girêdayî navçeya Cindirêsê de riyekê bi firehiya 40 metre vedikin. Li gorî ku çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ev rê weke riyeke leşkerî dê were bikar anîn.

Hat diyarkirin ku dewleta tirk ji bo vê riyê vebike, hemî malên ku dikevin nava nexşeriya projeya rê ji binî ve xira dikin û di heman demê de hemî darên zeytûnê û fêkiyan ên ku bi salane ji aliyê gelê Efrînê ve tên xwedîkirin bi wesayît û amûrên kar ji kokê ve tên rakirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  cindires  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.