AKP li Bakurê Sûriyê niha jî di fakulteyan de hişmendiya Osmaniya Nû diçîne
Haberler / 30 Ağustos 2018 Perşembe Saat 05:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN – Şandeyek ku ji Rektoriya Zanîngeha Herranê ya Rihayê hatî avakirin çûne Babê û Cerablusê, ji bo hişmendiya “Osmaniya nû” bê avakirin dest bi amadekariya avakirina 6 fakulte û 24 beşên pîşeyî (meslekî) tê kirin.

Piştî hin heremên bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin, niha jî ji aliyê AKP û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan ve dest bi amadekariya avakirina dibistan û dibistana bilind (fakulte) tên kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hatin dayîn, li ser daxwaza AKP û Serokê wê Recep Tayyîp Erdogan ve  şandeyek ji Rektoriya Zanîngeha Herranê ya Rihayê hatiye avakirin û ew şandine Bab û Cerablûsê. Li gor agahiyan, şandeya hatî avakirin ku mehek zêdetire çûye heremê, li Bab, Cerablûs û Ezazê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn dagirkirin ji bo hişmendiya “Osmaniya nû” di heremê de bi cih bikin, dest bi amadekariya avakirina 6 fakulte û 24 beşên pîşeyî (meslekî) hatiye kirin.


Li hemberê îhtîmala ev herêm ji bin serweriya wan derkeve nifşa nû li gor zihniyeta Osmaniya nû çêke 

Li gor çavkaniyên ji heremê ragihandin, armanca avakirina 6 fakulte û 24 beşên pîşeyî ew e ku dewleta tirk li hemberê îhtîmala ev herêm ji bin serweriya wan derkeve ye. Hat zanîn ku di nava avakirina fakulteyan a herî bal dikşîne jî li Cerablûsê amadekariya avakirina fakulteya “Dîroka Osmaniyan” tê kirin e. Hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi taybetî li ser talîmata Erdogan li hemberê îhtîmala ev herêm ji bin serweriya wan derkeve nifşê nû li gor zihniyeta Osmaniya nû çêbike, ev fakulte tên avakirin e. Hat diyarkirin ku li gor plansaziyê wê ev fakulteyên li bakurê Sûriyê bên avakirin bi Zanîngeha Herran a Rihayê an jî ya Dîlokê (Entabê) ve bê girêdan. Hat gotin ku dê perwerde zimanê tirkî û erebî be.

 

 Di van fakulteyan de wê perwerdehiyek çewa bê dayîn?

Ev fakulte û beşên pîşeyî ku di asta înşeatê de ye, di hêla mufredata perwerdehiyê de wê çi bê dayîn jî tê meraqkirin. Li gor çavkaniyê ku agahî ji kesekî ku ya şandeyê digerîne girtiye, amadekariyên mufredata perwerdehiyê jî tê kirin û bi taybet di fakulteyên li Cerablûs û Babê de piranî wê li ser “Dîroka Osmaniyan”, “Dîroka Îslamê”, “Ziman, Çand û Wêjeya Tirk”, “Erdnigarî” beş bên vekirin. Her wiha di broşur, pirtûk ên di mufredadê de bi wêneyan re giranî bidin serdema AKP û Erdogan. Çavkanî destnîşan kir ku di wêne, afîş û hemû cure danasîna mufredata perwerdehiyê de ji bo Erdogan pênaseya “Serokê min Erdogan”, “Serfermandarê me Recep Tayyîp Erdogan” bê kirin.


Hat destnîşankirin ku heta niha di hêla dê ev 24 beşên pîşeyî, kîjan pîşeyî bin agahiyek zelal nîne.

Piştî dagirkirinê di dibistanên seretayî de mufredatan de çi hebû?

 

Berî dagirkirina Bab, Cerablûs û Ezazê di dibistanan de ku bi zimanê erebî perwerdehî dihat dayîn, piştre ji aliyê Wezareta Karê Perwerdehiyê a Tirkiyê ve mufredatên ji dibistana seretayî heta lîseyê hatin guherandin, zivirandin tirkî û piştre jî zimanê erebî lê zêdekirin. Ji ber hem di mufredat û hem jî tam li gor pergala perwerdehiyê ya li tevahiya Tirkiyê hate meşandin gelên heremê bertek nîşan dan û gelek caran di kolanan de xwepêşandan dihatin lidarxistin. Ji ber ku li her derî dibistanan ala tirkan, wêneyên Erdogan hatibûn daliqandin. Heman pergal û kiryar piştî dagirkirina Efrînê, di dibistanên heremê de jî pêkanîn û ev dibe sedema nerazîbûna gel.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


Parveke

TAGS(ETIKETLER): AKP  Fakulte  Cerablos  Bab  Harran  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.