Irak û Başurê Kurdistanê Di Bin Dagirkeriya Rejîma AKP-MHP’ê de ye
Politik Analiz / 19 Mayıs 2019 Pazar Saat 07:59
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Krîza siyasî ya di navbera partî û bi hêzên derve re, krîza Aborî, zêdebuna rêjeya bêkariyê, zêdebuna bihayê kelupelan, kiryarên hukumetê yên bê qanunî, bê rumetiya li hemberî mafê mirovan, dizî û hîleyên di şaredariyan de hatîn kirin, biryara Desteya bilind ya hilbijartinan ji bo hilbijartinên Îstanbulê Tirkiye xistiye aloziyekî mezin de.

Di aliyê hukumetê de kijan demjimêrê çi bibe ne diyare, ji ber ku Tirkiye di pêvajoyekî ku rojev dagirtî û her demjimêrê tê guhertin de derbaz dibe.

Hukumeta AKP-MHP’ê ji bo rewşa li Tirkiyê hinekî nerim bike li rêyên derketinê di gere. Ji bo xwe tehdîta herî mezin hebun û mezinbûna PKK’ê û gelê Kurd dibîne. Ji ber wê sedemê jî hewil dide ku ji derve de jî li Tevgera Azadiyê bide û dorpêç bike.

 

Dagirkeriya Tirk Li Iraq û Başurê Kurdistanê Xwedî Dîrokek Dem dirêje

Li Iraq bi taybet Başurê Kurdistanê dîrokek demdirêj ku digihije salên 1991 ya istixbareta Tirkiyê heye. Piştî wê ji salên 1997 heya 2018 bi taybet herêma di bin destê PDK’ê de li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasê, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amêdiyê, Soran, Başîka, Kalaçola û her wiha li Hewlêr, Dihok, Zaxo û Amêdiyê bi dehan baregeh û şubeyên MİT’ê tên dîtin. Li van baregeh û şubeyan hemu alavên leşkerî yên sivik û giran têde hatine bi cih kirin, hemu tevger û amadekariyên operasyonên li başur li van deran tên bi rêvebirin. Bê navber gund, navçe û çiyayên Iraq û Başurê Kurdistanê ji sînorê di keve aliyê Rojava heya Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike û heya niha bi dehan welatiyên Kurdistanî jiyana xwe ji dest dane. Tirkiye, li başurê Kurdistanê tenê li deverên di bin destê PDK’ê de sînordar nemaye û ev xebatên xwe derbazî herêmên di bin destê YNK’ê dene jî dide meşandin. Tirkiyê di milê aborî û civakî de jî Iraq û başurê Kurdistanê dagir kiriye. Li gorî daneyên herî dawî herî kêm hezar 351 şirket û bi hezaran karkerên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê kar dikin.

Ji bo berdewamiya vê dagirkeriyê Erdoğan di 28 Nisanê de Wezîrê Karê Derve Mevlud Çavuşoglu şand Iraqê. Çavuşoglu li Bexda bi hempişeyê xwe Muhammed Ali el-Hekim, Serokkomar Berhem Salih, Serok wezir Adil Ebdulmehdî û gelek aliyên din yên siyasî re hevditin pêkanî. Çavuşoglu, piştî seredana xwe ya Bexda derbazî Başurê Kurdistanê bu û bi berpirsên PDK’ê û aliyên Tirkmenan re hevdîtinên ku ji çapemeniyê re girtî pêk anîn. Her çi qasî naveroka hevditinan veşartî hatibe hiştin jî, lê mijara sereke hebuna PKK li Şengal û Başurê Kurdistanê, pêşxistina têkiliyên aborî û di avakirina Iraqê de alikariya Tirkiyê hatin niqaş kirin.

Piştî seredana Çavuşoglu çend roj û şunde ji Wezareta parastinê ya Iraq û başurê Kurdistanê daxuyaniyên, ‘’Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Iraqê komisyonekî hevbeş ya parastina sînorên Iraq û başurê Kurdistanê ji ber êrişên li ser Tirkiyê ava dikin’’, ‘’ Em destur nadin ku axa me bibe cihê êrişên li ser welatên cîran’’ hatin dayîn. Li pey van daxuyaniyan û şunde li meclisa Tirkiyê di bin rêveberiya Nunerê taybet yê Serokkomariya Tirkiyê li Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê civînek hat li darxistin. Ji bo berdewamiya niqaşkirina van mijaran Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî seredana Tirkiyê kir. Li gorî encamên ku di hevditinê de derketîn holê mijara sereke ya Erdoğan berfireh kirina operasyonê li Başurê Kurdistanê û ya Ebdulmehdî jî pêşxistin û berfirehkirina têkiliyên aborî û ji nû ve avakirina Iraq’ê bu.  

Li vê derê pirsa, gelo hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî heya çi astê çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê re bigire? derdikeve holê.

 

Di Nava Nakukiyan De Hewildanên Avakirina Hikumetê

Niha Iraq ji, di rewşekî ji ya Tirkiyê cudatir de nîne. Li ser hilbijartina dema 4'an Parlamentoya Iraqê re ku 329 parlamenter hatin hilbijartin re salek derbas bû, lê piştî salakê hîn hikûmeta di bin serokatiya Adil Ebdulmehdî de temam nebûye. Di 3'yê Îlonê de Parlamentoya Iraqê yekemîn civîna xwe pêk anîbû lê, di civîna yekem de nekarîn serokê parlamentoyê û cîgirên wî hilbijêrin û runiştina yekem bi dawî anîn. Di runiştina 4’emîn ya 2’yê Gulanê de Dr. Berhem Salih bi piraniya dengan bû Serokkomarê Iraqê. Serokkomar ji bo avakirina hukumetê jî, Adil Ebdulmehdî erkdar kir. Piştî ku Ebdulmehdî hat erkdarkirin jî, ji bo temam kirina hukumetê parlemento gelek caran kom bu, lê ji ber nakukiyên di navbera aliyan de her carê runiştin yan hat taluq kirin yan jî bi dawî hat kirin. Heya niha jî nakukiyên aliyan li ser Wezareta Dadê, Wezareta Hundirîn, Wezîrê Parastinê û gelek wezaretên din berdewam dikin. Bi heman şêweyî li başurê Kurdistanê jî rewşekî cudatir ku bikare hukumetê ava bike û pirsgirêkên gel çareser bike nîne. Di ser hilbijartinên giştî yên Parlementoya Kurdistanê re 8 meh derbaz dibin, lê hîn ne karîne hukumetê avabikin. Gelek wezaretên ku pêwist bû xizmeta gel bikin hatine rawestandin, rêjeya bê kariyê her meh bilind dibe, welat di aliyê av û ceyranê de bi giştî zehmetiyan di kişîne.

Partiyên Kurd yên Başurê Kurdistanê, piştî hilbijartinê ji bo avakirina hukumetê du caran li hev hatin û hevpeyman imze kirin, bi dehan caran bi hevre runiştin lê ne karîn pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin. Herî dawî di 5’ê Gulanê de navbera YNK-PDK û bi razîkirina Tevgera Goran re hevpeymanekî nu hat îmze kirin. KDP’ê di vê hevpeymanê de hemu meqamên bilind ku bi kare hukumetê di bin destê xwe de bigire, girt.

Li gorî hevpeymanê, wê du alîkarên serokatiya herêmê werin hilbijartin. Ji vana wezîrê yekem ji bo YNK’ê, wezîrê duyem jî Tevgera Goran were hiştin. Li gorî vê hevpeymanê meqamên ku PDK’ê girtîne jî wihane; Alîkarê Serokatiya Parlemenê, Wezîrê Karê Hindir, Wezirê Çavkaniyên Xwezeyî, Wezirê Tendurustiyê, Wezirê Perwerdê, Wezirê Bajêrvanî û Turizmê, Wezirê Peywendî û Gihandinê, Wezirê Şehîd û Enfalkiryan, Wezîrê Elektirîkê, Wezirê Karê Dînî , Wezîrê Ofîsa Karên Derve û Berdevkê Hukumetê. Meqamên din yên bê bandor ku mane, di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de hatin parve kirin. Li gorî biryarê, wê PDK du meqamên di destê xwe de radestî pêkhateyên Tirkmen, Ermenî, Xiristiyan û Asurî bike. Her çi qasî ku hukumet di navbera partiyan de hatibe parve kirin jî, nakukiyên di navbera aliyan de dawî lê nehatine. Wisa xuya dike ku bi vî şêweyî parvekirina meqamên hukumetê dawî li krîza siyasî, aborî û civakî ya herêmê nayîne berovajî wê pirsgirêkan hîn kurtir bike. Ji ber ku tiştekî hatî guhertin nîne. Kes û aliyên ku civak xistiye di nava krîzê de bi heman şêweyî disan li ser karin.

Ev rewşa aloz û belav ya Iraq û başurê Kurdistanê di hêle ku Iraq weke welat tavîzan bide welatên derve di serî de jî Tirkiyê.

 

Çavgirtina Ji Dagirkeriya Tirkiyê Re Dawîkirina Desthilatdariya Xwe Ye

AKP-MHP’ê nexşerêya çareseriya Demokratîk ya ji bo hukumetê û aliyên siyasî hatî pêşniyar kirin, li ber çav negirt û şansê rizgarbuna xwe ya dawiyê ji destê xwe dike. Wisa diyar dike ku hukumeta AKP-MHP wê di siyaseta xwe ya hindir û derve de israr bike û dawî li tinebuna xwe bîne. Eger ku hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê mil bidin milê hukumeta AKP-MHP’ê û çavê xwe ji dagirkeriya xaka Iraq û başurê Kurdistanê re bi girin, wê bi tinebuna rejîma AKP-MHP’ê re dawî li desthilatdariya xwe jî bînin. Dagirkeriya Tirkiyê buye sedema, mirina bi dehan kesî valebûn û xirabûna bi sedan gundên Başurê Kurdistanê. Gundên ku vala nebûne jî jiyana wan di bin metirsiyê deye û mecburî koça ber bi bajaran dikin. Ev ji diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Iraq û başurê Kurdistanê, yek ji sedemên herî bingehîn pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên Iraq û başurê Kurdistanê ye. Bi taybet piştî çalakiyên gerîllayên gerillayan, serkeftina stratejiya HDP û têkçûna rewşa aborî ya Tirkiyê, artêşê Tirk êrişên xwe li Başurê Kurdistanê zêde kirin. Encama hevdîtinên herî dawî ku di navbera herdu aliyan de pêk hatin, wisa xuya dike ku daxwazên wan ji hevdu nagirin. Ji ber ku Iraq di xwaze hîn zêdetir di aliyê aborî de têkiliyên xwe bi Tirkiyê re pêş bêxe. Ji bo van pêşxistina van têkiliyan jî Iraq û başurê Kurdistanê çi ji çav bêxin wê di pêşerojê de diyar bibe. 

Çîçek BOTAN

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER): dewleta  tirk  basure  kurdistane  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.