Li Herêmên Kurdistanî Mehekê de 37 Hezar Donim Zevî Şewitîn
Haberler / 10 Haziran 2019 Pazartesi Saat 05:56
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN- Hat diyarkirin ku li herêmên Kurdistanê yên bi nakuk di nava mehekê de 272 caran agir bi zeviyên cotyaran ketiye û 37 hezar donim zevî şewitîne. Sedemên van şewatan piranî nayên zanîn û bi awayekî biguman şewitîne.

Rêveberiya giştî ya parastina şaristanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê rêjeya şewatên mehekê li herêmên Kurdistanê yên bi nakuk belav kir. Li gorî rêjeya rêveberiyê, di nava mehekê de 272 caran agir bi zeviyê cotyaran ketiye. Di encama van şewatan de 37 hezar donim zevî şewitîne.

Li gorî daneyên fermî yên tîmên agirkûjiyê ya Iraqê jî ji 8’ê Gulana 2019’an ve tenê li herêma Kerkûkê 42 bûyerên şewatê pêk hatine.

Li herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê tenê di meha Gulanê de 132 bûyerên şewata dexlûdanê cotyaran derketiye û hemû bi guman in.

 

Buyerên Şewitandina Zeviyan Wihane;

-Di 14’ê Gulanê de çeteyên DAİŞ’ê li gundê Elî Reş yê dikeve quntara çiyayê Qereçox agir berdan 20 donim zeviyên ceh û genimê cotyaran.

-Di 23’ê Gulanê de li gudên Zenqere û Elî Seray yên Daqûqa girêdayî Kerkûkê agir bi zeviyên ceh û genimên gundiyan ket. Çeteyên DAİŞ’ê şewat girt ser xwe.

-Di 26’ê Gulanê de li bajarokê Ebasiye ya ser bi navçeya Hewîce girêdayî Kerkûkê, agir bi dexil û zeviyê cotyaran ket. Mayîna ku di nava zeviyê de hatibu bi cihkirin teqiya û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de li navçeya Daqoq ya ser bi Kerkûkê jî bûyerek bi heman awayî rûda û di encamê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û 4 polîs jî birîndarbûn.

-Di 28’ê Gulanê de ji ber sedemek nediyar agir bi dexlûdanê cotyarên gundê Sewzblaxî yê bajarokê Quretuw ket, di encama şewatê de zêdetirî 70 donim zevî şewitîn.

-Di 30’ê Gulanê de li bajarokê Meydan yê ser bi navçeya Xaneqînê agir bi zeviyên welatiyan ket û 400 donim zeviyên dexlûdan şewitî.

-Di 31’ê Gulanê de agir bi dexlûdanê gundên Bîbanî, Kelur, Zerdik, Guldere û Dareman ên navçeya Pirdê ya Kerkûkê ketin. Şahidekî bûyerê jî eşkere kir ku hêzên ewlehiyê kesên ku xwestin agir vemirînin gulebaran kirin.

-Di 4’ê Hezîranê de ji ber sedemek nediyar agir bi Çiyayê Ezmer û Giwêje yên li bajarê Silêmaniyê ket.

-Disan di 4’ê hezîranê de agir bi zeviyên cotyarên gundê Werdiyê a ser bi Şengalê ket. Heya wê demê cara 4’emîn bu agir bi zeviyên cotyarên Şengalê di ket.

-Di 5’ê hezîranê de li gundê Dondar ê ser bi navçeya Koyê ya Hewlêrê agir bi wesayîtek corê Opel ket û agir belavî zeviyên gund bu. Ji ber şewatê sed donim genim şewitî

-Di 5’ê hezîranê de li gundên Serbîr, Dermanaw û Qeresalim girêdayî bajaroka Pirdê ya dikeve bakurê Kerkûkê agir bi dexlûdanê cotyarên Kurd ket. Herwiha li gundê Zenqîr girêdayî Daqûqê jî şewat derket û sê zeviyên cotyaran bi temamî şewitîn. Sedemên şewatan nayên zanîn.

-Di 6’ê Heziranê de agir bi zeviyên gûndên Sewz Balix, Xêr, Gewre, Gakul, Şêrewend û Hacî ya bajarokê Qûretwî yê navçeya Xaneqîn ser bi bajarê Kerkûkê ket. Ji ber şewatê 50 hezar donûm zeviyên cotyaran şewitî.

-Di 7’ê hezîranê de ji ber sedemek nediyar agir girte çiyayê Kêwereş ê ser bi herêma Raperîn a Silêmaniyê.

-Di 8’ê hezîranê de li bajarokê Zinane ya Germiyan û bajaroka Quretû ya ser bi Xaneqînê ji ber sedemên nediyar agir bi zeviyên gundiyan ket û 70 donim genim şewitî.

-Her wiha di heman rojê de li gundê Salih Axa girêdayî Germiyanê agir derket û ji ber bayê, agir gihişt gundê Baryeke. Nêzî 2000 donin dexlûdan û puş şewitî. Beriya niha jî li herêma Germiyan û Xaneqînê nêzî 5 hezar donim dexlûdan şewitîbû.

-Di 8’ê Hezîranê de, li gundê Glabatî yê ser bi Xaneqînê ji ber sedemek nediyar şewat derket û ji ber şewatê 3 hezar donim genim şewitî. Li gundên Çawereyî, Seleyî û Duracî yên bajaroka Zinane şewat derket û ji ber şewatê 1500 donim zevî şewitî. Herwiha li gundê Pîre Veqîre yê ser bi bajaroka Kifrî 500 donim dexlûdan şewitî. Heta niha nayê zanîn sedema şewatan çiye.

- Di 9’ê Heziranê de agir bi zeviyên gundên başurê çiyayê Şengalê Til Qeseb , Solax , Hatimiya, derdora Şengalê, gundê Koço û gundên bakurê çiyayê Şengalê Xanesor , Borik, Dohla , Gohbel , Zorave û Eya Sinonê ket. Di dema vemirandina agir de ji ber dijwarbuna agir 2 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan kesek jî bi giranî birîndar bu. Heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn.

 

Zêdebuna Şewatên Bi Guman Metirsiyê Zêde Dike

Di demên dawiyê de li herêmên Kurdistanê yên bi nakuk bi hezaran donim zeviyên genimê welatiyên Kurd bi awayekî bi guman şewitîne. Heya niha gelek caran hatiye diyarkirin ku li Kerkuk û derdora wê, bi dehan berpirsên Kurd ji erkên wan hatine durxistin. Her wiha gelek buyerên serdegirtina mal û milkên Kurdan, revandin û kuştina xelkê kurd her ku diçe zêde dibe.

Hatibu diyarkirin ku, di 12'ê Gulanê ji cotyar û parêzerên navçeya Mexmûrê şandeyek çû Parlamentoya Herêma Kurdistanê û daxwazên xwe pêşkêş kirin. Şandeyê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ'ê bacê ji cotyaran distînin û gefê li wan dixwin.

Li rexmê girtina gelek biryarên ji bo parastin û lêpirsîna van buyerên metirsîdar, heya niha ne ji aliyê hukumeta İraqê û ne jî hukumeta başurê Kurdistanê a Federal, tu pêngavên berbiçav ne hatine avêtin. Bêdengiya berpirsan li hemberî van buyeran û zêdebuna şewitandinên bi guman yên zeviyên welatiyan pirsa gelo ev şewat ji aliyê kêve û çima tê kirin? di hişê mirovan de dide avakirin.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.