Çawuşoglu Nameyek Taybet Ji Bo Barzanî Şand
Haberler / 18 Ağustos 2019 Pazar Saat 06:31
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - Hat diyarkirin ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê nameyek taybet ji bo Barzanî şandiye û daxwaz kiriye ku divê PDK piştgiriya hêzekî hevbeş ya leşkerên İraq û Pêşmergeyan li ser sînorê İraq û Tirkiyê qebul neke.

Har diyarkirin ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu nameyek taybet ji bo Serokê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzanî şandiye û têde daxwaz kiriye ku PDK piştgiriya dirustkirina hêzekî hevbeş ya leşkerên İraq û Pêşmergeyan li ser sînorê İraq û Tirkiyê qebul neke. Her wiha hat zanîn ku Çawuşoglu ji Barzanî daxwaz kiriye ku heya ew nexşerêyekê ji bo Kerkukê amade nekin, venegerin Kerkukê.

Hat diyarkirin ku Çawuşoglu di nameya xwe de ji Barzanî re ragihandiye ku durustkirina hêzekî hevbeş ya leşkerên İraq û Pêşmergeyan, wê ji bo tevgerkirina leşkerên wan li ser sînorê İraq û Tirkiyê bibe asteng.

 

‘Bila hêzên Pêşmerge nebin yek’

Hukumeta herêma Kurdistanê demekî dirêje bi alîkariya Amerîka û hukumeta İraqê xebatên ji bo komkirina hemû hêzên pêşmerge dibin banê Wezareta Pêşmerge de dide meşandin, lê heya niha jî biryarek wisan ne hatiye bi cih anîn. Hat zanîn ku Çawuşoğlu di vê nameya xwe de ji Barzanî daxwaz kiriye plana Amerîka ya ji bo komkirina hêzên pêşmerge qebul nekin, ji ber ku di berdewamiya vê plana Amerîka û İraqê de, wê hêzên pêşmerge bi hêzên leşkerî yên İraqê ve werin girêdan.

 

Ji PDK’ê hatiye daxwaz kirin ku venegerin kerkukê

16 Cotmeha 2017’an û şunde li Kerkuk û hemu herêmên Kurdistanî yên ku jêre dibêjin herêmên bi nakuk rewşa awarte heye. Gelek caran ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkan Meclisa bajêr hewildaye kom bibe lê PDK her carê ev civîn boykut kiriye û venegerane Kerkukê.

Hat destnîşan kirin ku Çawuşoglu di nameya xwe de ji Barzanî daxwaz kiriye ku heya Tirkiye nexşerêyekê ji bo Kerkukê amade neke, bila PDK venegere Kerkukê û odeyekî hevbeş ya operasyonan ava neke.

Çavuşoglu di nameya xwe de ji Barzanî daxwaz kiriye, ew rojên ku Tirkiyê bêy daxwaz û şêwira hukumeta İraqê hevpeymana petrolê ya 50 salan bi hukumeta herêmê re îmze kirî ji bîr neke, ji ber ku ev hevpeyman buye sedem ku İraq giliyê wan li yasaya navnetewî bike. Ji ber wê sedemê dema hukumeta herêmê bi İraqê re hevpeymanên gaz û petrolê îmze dike berjewendiyên Tirkiyê li ber çav bigire.

 

‘Em Destur Nadin Ku Tu Balafir Bêy Destûra Me Li Ser Ezmanê Iraqê Bi Firin’

Serokwezîr û di heman demê de Fermandarê Giştî Yê Hêzên Çekdarî yê İraqê Adil Ebdulmehdî, di civîna Desteya Ewlekariya Netewî ya İraqê de biryarek giring daye û diyar kiriye ku, ji niha û şunde bêy destûra wî wê tu balafirên çavdêrî, balafirên şer, balafirên bê mirov û helîkopter li esmanê İraqê ne firin.

Adil Ebdulmehdî ji hemû sazî û dezgehên hikûmetê û aliyên Iraqê daxwaz kiriye ku girêdayî van biryaran bimînin û got, “Her kî derveyî vê biryarê bikeve û bêyî destûr li ser ezmanê Iraqê bifire dê weke helwesteke dijminane bê qebûl kirin û wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê jî bersivê bidinê.”

Piştî vê biryara Adil Ebdulmehdî, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê careke din nêzî gundên binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin, lê balkêşe ku hêzên hewayî yên İraqê tu bersiv nedan û ji hukumeta İraqê jî tu helwest ne hatin nîşandan.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER): Barzani  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.