Zêdebûna Baregehên MÎT’a Tirkiyê Metirsiyê Li Ser Başurê Kurdistanê Zêde Dike
Haberler / 04 Kasım 2019 Pazartesi Saat 09:54
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê heta sînorê Rojavayê Kurdistanê cihekî berfireh li Başurê Kurdistanê bin pê kiriye û bi dehan baregeh û odeyên hevbeş yên îstixbaretê ava kirine.

Di van baregehan de zêdetirî 5 hezar leşker û tîmên taybet tevî hemû corê çekên giran û alavên karê îstixbarî hene. Welatiyên Başûrê Kurdistanê û Parlamenteran gelek caran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, lê hîna hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewame û roj bi roj jî leşker û çekên zêdetir dişîne van baregehan.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û gefên serokkomarê Tirk Recep Tayîb Erdogan ên li dijî Herêma Kurdistanê carek din hebûna baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê xist rojevê û nîşan da ku hebuna van baregehan li ser xaka Başur û İraqê metirsiyê ji bo gel û xaka Kurdistanê zêde dike.

 

Dîroka êriş û hatina artêşa Tirk ya Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk ji beriya ku baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê avabike, gelek caran bi operasyonên leşkerî ku jêre digotin ‘operasyonên dervey sinor’ li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û alîgirên wê lidardixist.

Dewleta Tirk cara yekem li sala 1983’an, cara duyem di Mijdara 1984, cara sêyem 12’ê Tebaxê 1986 û cara çarem di  4’ê Adar 1987’an bi hejmarek mezin ya leşkeran sînorê xaka Başurê Kurdistanê û İraqê derbaz kir. Dewleta Tirk di her operasyona xwe de bê encam ma û neçar ma ku şunde vekişe.

Dewleta Tirk a dagirker, di navbera salên 1988 heya 1991’an tu operasyon li ser xaka Iraq û Başurê Kurdistanê pêk ne anî. Ji ber ku hukumeta İraqê bi tu awayan destura dewleta Tirk neda ku sînorê xaka wan derbaz bike. Lê piştî ‘Raperîna Gel’ a sala 1991’an dewleta Tirk careke din dest bi plana xwe ya leşkerkêşiyê kir. Leşkerên Tirk vê carê bi armanca dagirkirinê û bicihkirina leşkeran di xaka Başur de dest bi tevgerê kirin. Dewleta Tirk a dagirker ji Cotmeha 1992 û şûnde zêdetirî 6 operasyonên leşkerî bi beşdariya sed hezaran leşker li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkaniye.

Dewleta Tirk, ji ber binketin û neçariyên xwe, ji bo xwe komî serhev bike, navber da operasyonên xwe û qaşo ‘pêvajoyên çareseriy꒒ xistin rojevê. Tirkiyê, piştî senaryoya çareseriya pirsgirêka Kurd, di sala 2018’an de bi navê operasyona ‘Pençe’ careke din dest bi êrişan kir û heya niha jî berdewam dike. Bi berdewamî leşker ji bo herêmên Biradost, Xakurk, Çiyayê Şekîf û Lolanê kişandin û gelek baregehên nu yên leşkerî ava kirin.

 

Gelek Baregeh û Navendên MİT’ê hatin avakirin

Dewleta Tirk, ji sala 1983’yan ve bi rengên cur bi cur êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û ji sala 1994'an ve jî bi erêkirina rêveberiya hukumeta herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî û navendên MÎT'ê vekirine. Li gorî agahiyên çapemeniya tirk spartine rayedarên dewletê jî, li Başûr ji 18 noqteyên leşkerî, baregehên artêşa Tirk û navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) hene.

Li gorî çavkaniyan, Tirkiyê cara yekem di sala 1994'an de li bajaroka Selehedîn (Pîrmam) a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye noqteya xwe ya leşkerî vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa Tirk heye. Dewleta Tirk a dagirker piştî wê di sala 1997’an de li herêmên Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasê gelek yekîneyên xwe yên leşkerî bicîh kirin.

Di nava 25 salan de baregehên ku artêşa Tirk li Başûr vekirine wiha ne;

- Baregeha leşkerî ya Batufa

- Baregeha leşkerî ya Kanîmasê (Girê Barux)

- Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê

- Baregeha leşkerî ya Sinkê

- Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)

- Baregeha leşkerî geliyê Zaxo

- Baregeha leşkerî ya Sîryê (Şêladizê)

- Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)

- Baregeha leşkerî ya Kupkê

-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî

- Baregeha leşkerî ya Koxê Spî

- Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya

- Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî

- Baregeha leşkerî ya nahyeya Zêlkan ku dikeve binarê çiyayê Meqlub

- Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê rojhilatê Musilê)

Li gorî lêkolînên hatine kirin li Parêzgeha Dihokê bi giştî 13 cihên fermî hene ku 980 leşkerên Tirk têde hatine bi cih kirin û di nava her baregehê de cuda beşa îstixbaretê heye.

Her wiha li gora hinek çavkaniyên herêmî, li Başur gelek baregeh û avahiyên MÎT’ê yên veşartî ku kar têde di meşînin hene. Li gorî van çavkaniyan li herêma Şeqlewa girêdayî bajarê Hewlêrê 3-4 cihên leşkerên Tirk hene ku bi Pêşmergeyên PDK’ê re hevpar tên bi karanîn. Li van herêmên veşartî piranî yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Li baregeha Kanîmasî ji bilî yekîneya taybet, tabûra leşkerî, li Bamernê tabûra mekanîzme, tang û çekên giran hene. Dîsa li Bamernê balefirgehek jî hatiye çêkirin.

Her wiha li gorî agahiyên herêmî li herêma Dîyana ku dikeve sînorê Başur û Tirkiyê, îstixbareta Tirkiyê MİT bi serbestî tevger dike. Di vê herêmê de li Binpiştiyê ku dikeve ser rêya navbera Diyana û Rewandûzê de baregehek leşkerî ya Tirkiyê heye.

Leşkerên Tirk, piştî operasyona ‘’Pençe’’ bi alîkariya PDK’ê li herêma Biradost pêşde çun û PDK’ê baregehên xwe bi awayekî aşkere radestî leşkerên Tirk kirin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker, deverên Lêlîkan, Navmêrgan, Xelkere, Bilasînê, Gundê Xelîfan, Gelyê Reş, Araqa, Xeme, Bezînê, Bênavok, Çinaro, Çiyayê Kitkin, Reşmelê, Şapanê, Kanireş, Qungre, Sosnê dagirkirin. Li gorî agahiyên herêmî piştî dagirkirina van deveran, dewleta Tirk 6 baregehên din ku piranî li nêzî Bermîze ne avakirin. Lê ji ber ku herêm bi temamî buye leşkerî û tevger kirina sivîlan qedexeye bi zelalî cihên wan nayên zanîn. Tê gotin ku hejmara leşkerên Tirk a li ser xaka Başur û İraqê 5 hezar leşkeran derbaz dike.


Welatî daxwaza derxistina leşkerên Tirk dikin

Ji ber bombebaran û êrişên dewleta Tirkiyê, welatiyên Başurê Kurdistanê û parlementerên li parlementoya Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaza derxistina leşkerên Tirkiyê kirine. Parlementoya Herêma Kurdistanê cara yekem di sala 2003’an de biryara jimare 38 derxist ku têde daxwaza derxistina leşkerên Tirkiyê dihat kirin. Piştî wê parlementerên partiyên cuda yên Herêma Kurdistanê ev mijar gelek caran birin parlementoyê. Careke din di Adara sala 2018’an de Rêxirawa Inef ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kampanyek îmzeyan da destpêkirin û di kampanyayê de 10 hezar îmze li Başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Cara duyem di 3’ê Hezîranê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Bi giştî 891 îmze hatin komkirin, ev îmze tevî daxwaznameyek ya komîta kampanya îmzeyan radestî Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmanî hate kirin. Ji ber raste rast topbaran deverên sivîl xelkê Şêladizê di 26’ê Mijdara 2018’an de serî hildan û li Şêladizê baregehên leşkerên Tirk dan ber agir.

 

Êrişên li ser Rojava parlementerên Herêma Kurdistanê xistin tevgerê

Êriş û zextên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da ku, armanca Tirkiyê dagirkirina xaka Kurdistanê bi giştiye. Ji xwe Serokkomarê Tirk Recep Tayib Erdogan armanca dagirkirina tevahiya xaka Kurdistanê bi awayekî aşkere anî ser ziman, ev daxuyaniya zelal ya Erdogan parlementerên Herêma Kurdistanê xist nav tevgerê. Di 15’ê Cotmehê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê civînek taybet lidarxist. Di wê civînê de gelek parlamenteran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî civînê parlamentoyê biryarek ji 11 xalan pêkdihat derxist. Lê ne navê dewleta Tirk têde hebû nejî behsa derxistina leşkerên Tirk hebûn. Sala derbasbûyî 10 parlamenteran ji bo parlamento li ser mijara derxistina leşkerên Tirk rûniştinek taybet lidarxe îmze komkirin. Endamê Desteya Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî jî metirsiya li ser Başur di hevpeyvînek de vegot û diyar kir; “Tirkiye nîva xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Di pilana Tirkiye de heye ku piştî êrîşa Rojava dest bi êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê jî bike.” Lê heya niha ne ji aliyê hukumeta herêma Kurdistanê û ne jî ji aliyê hukumeta navendî ya İraqê ve tû pêngavên berbiçav ne hatine avêtin. Leşker kêşana ser sînor, topbaran û zererdana xaka Başur berdewam dike.

 

Gel bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê di sekine

Gelê Başurê Kurdistanê demek dirêje li hember binpêkirin û êrişên dewleta Tirk li ser Başur û Rojavayê Kurdistanê li ser piyane û di nava çalakiyan de ne. Piştî êriş û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê xelkê Başur weke helwest daketin kolanan û core çalakiyên weke kampanya boykuta malên Tirkî derxistina leşkeran ji xaka Başur û İraqê dan dest pê kirin. Ciwanan destpêkê bi gurubekê li ser tora medya civakî kampanya da dest pê kirin û piştî tevlîbuna hejmarek mezin ya welatiyan kampanya bi awayekî praktîkî li Silêmanî, Kerkuk, Derbendîxan, Ranya, Hewlêr, Teqteq û hema bêje hemu bajar û navçeyên Başur belav bûn. Gelek dikandar û xwediyên Marketên mezin weke helwest malên Tirkiyê paşde vegerandin yên ku ne karîn vegerînin jî şewitandin û dan diyar kirin ku ew êdî malên Tirkiyê na girin. Her wiha welatiyan di her axaftinekê de metirsiya leşekerên Tirkiyê li ser xaka Başur anîn ziman û diyar kirin ku divê demildest leşerên Tirk ji xaka Başur derbikevin.

Rewşenbîr, Siyasetvan, xwedekar û kesên zanayên herêma Kurdistanê didin zanin ku; Dagirkeriya Tirkiyê bi êriş û tevgera xwe Kurdistan xistiye nava şerekî mezin û hêvî dikin ku partî û berpirsên Kurd di demekî nêz de bersivek erênî bidin banga KNK’ê ya ji bo lidarxistina Kongreya Netewî. Ji ber ku tekane rêya bikare dagirkeriyê têk bibe tekoşîn û yekbûna gelê Kurd e.


Çîçek Botan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER): guney  isgal  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.