04 Temmuz 2018 Çarşamba Saat 13:38 // Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
Serçeteyê OSO hate kuştin

Serçeteyê OSO û endamê rêveberiya ewlekariya Tirkiyê Mesûd Îbo, piştî şopandinê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate kuştin.

EFRÎN -  Serçeteyê OSO û endamê rêveberiya ewlekariya Tirkiyê Mesûd Îbo, piştî şopandinê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate kuştin.


Şervanên YPG/YPJ’ê di çerçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de çeteyên OSO yên girêdayên artêşa tirk ku zilm û zordarî li ser gel dikirin, dişopandin û çalakiyên taybet li ser wan dikirin. Yek ji wan çeteyan jî ji fermandariya Lîwa Selahaddîn Mesûd Îbo (Ebû Elmecîd Komelê) ku di heman demî de endamê ewlekariya Tirkiyêye û zilm û zordariyê li ser gel dikir, ji aliyê yekîneya taybet a YPJ/YPG’ê ve demek hat şopandin û di encama operasyoneke taybet de di noqteyeke navbêra Cindiris û Efrînê de hate kuştin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de bi Îbo re du çeteyên din jî hatine kuştin. 


Beriya demekê YPG/YPJ’ê bi çalakiyek heman şêwazî îlan kiribû ku yekîneya wan a taybet çalakiyên bi vê rengî li ser çeteyên ku taybetî zilm û zordariya gel dikin wê bên şopandin û di encamê de jî bên cezakirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html